Şêniyên Hesekê: Em ê rê nedin plana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê
Şêniyên Hesekê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya Tirk dan gotin, ew ê li ber vê dagirkeriyê rabin.
Şêniyên Hesekê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya Tirk dan gotin, ew ê li ber vê dagirkeriyê rabin.
Şêniyên Hesekê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya Tirk dan gotin, ew ê li ber vê dagirkeriyê rabin. Hesekêyiyan dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "Li dijî dagirkeriya Tirkan, em Sûriyeyî dikarin welatê xwe biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin."
'SÛRIYE BI TEMAMÎ TÊ DAGIRKIRIN'
Serokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) şaxê Hesekê Hisnî Hemîs da xuyakirin, ku bi dagirkirina Cerablûsê re hewl tê dayîn tevahiya axa Sûriyeyê were dagirkirin û got, "Ne weke Ereban, weke Sûriyeyiyan em dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin û em ê li ber vê rabin." Hemîs bal kişand ser hesabên welatên herêmê yên li ser Sûriyeyê û got, "Ya herî balkêş jî ew e; piştî ku çeteyên barbar ê pişta xwe dispêrin dewleta Tirk têk çûn, dewleta Tirk yekser ket nava xaka Sûriyeyê û dest bi dagirkirinê kir."
Hemîs li dijî vê dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelên Sûriyeyê kir û got, "Em pirsgirêkên xwe dikarin di nava xwe de çareser bikin û welatê xwe azad bikin. Lê nabe em ji dagirkirina artêşa Tirk razî bin. Hêvîdar im wê hemû welatên herêmê bi taybetî jî Tirkiye destê xwe ji welatê me vekişînin. Mîna ku êşên gelên Sûriyeyê ne bes in, niha jî dewleta Tirk bi tank û topên xwe li me dide. Weke Kantona Cizîrê, weke Hesekê em bi hêzên QSD û YPG'ê re ne ku Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine."
'TIRKIYE DIXWAZE BI RÊYA DAIŞ'Ê PLANÊN XWE BIXE MERIYETÊ'
Endama Meclîsa MSD'ê ya Hesekê Sara Îbrahîm jî got, "Em li bendê ne ku jinên Sûriyeyî destekê û alîkarî bidin zarokên xwe yên li nava QSD'ê ne."
Sara Îbrahîm ev bang li gelên Sûriyeyê kir: "Bêyî alîkariyê ji derve bixwazin, weke gelên Sûriyeyê em dikarin li hev bicivin û prisgirêkên xwe çareser bikin. Zanebûn û hevgirtina me têrê dike ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin û Sûriyeyê biparêzin. Dikarim bêjim, ku gef li me tevahiya gelên Sûriyeyê tê xwarin. Lewma, girîng e tevahiya gelên Sûriyeyê li ser bingeha welatparêziyê bibin yek û xaka xwe biparêzin. Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên qirêj bi rêya çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê bi cih bîne. Em jin li dijî van planên Tirkan e û em ê li ber rabin."
'ERDOGAN JI 93 WELATAN ÇETE ANÎ SÛRIYEYÊ Û DA ŞERKIRIN'
Endamê Meclîsa Gel a Neşwa û Meclîsa Aştiyê Mihemmed Hînadî got, "Weke gelê Ereb û hemû gelên Sûriyeyê, em dagirkirina Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve qebûl nakin û bi tundî şermezar kirin.
Hînadî got, "Em vê baş dizanin; yên di bin navê 'Artêşa Azad' de hatine Cerablûsê DAIŞ in. Bi tenê kincê wan hatine guhertin. Tirkiyeya Erdogan ji 93 welatan çete anî xist nava xaka Sûriyeyê û kaos û şer afirand. Ereb û hemû gelên Sûriyeyê, çi li Cizîrê çi jî li Helebê, li tevahiya Sûriyeyê, dagirkeriya Tirkan qebûl nake û mafê me ye ku bi her rengî xwe li hemberî dagirkeriyê biparêzin."
Hînadî destnîşan kir, ku berpirsyarê sereke yê şerê li Sûriyeyê Erdogan e û got, "Ji ber ku Erdogan dijminê gelê Sûriyeyê ye. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, zextê li her kesî dike. Erdogan bi senaryo û şanoyekê xaka me dagir dike. Lê ev ê ewçend hêsan nebe. Em ê bi hemû hêzên xwe li ber rabin."
'NIKARIN XWE LI DESTKETIYÊN ME RABIGIRE'
Hevseroka Meclîsa Gel a Neşwa Bera Salih jî diyar kir, dewleta Tirk bi vê dagirkeriyê dixwaze DAIŞ'ê û çeteyên xwe li herêmê mayînde bike û got, "Bi Şoreşa Rojava ve me jinan mafên xwe bi dest xistin. Dewleta Tirk çete şand welatê me. Ji ber vê yekê, em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in. Jin îro li her qadan cih digirin û pêşengiyê ji pêşketina civakî re dikin. Ez dikarin di vî warî de xwe weke mînak nîşan bidim. Ez li malê bûm, bi karê nava malê re mijûl bûm. Lê niha Hevseroka Meclîsê me. Di nava şoreşa me de jin gihîştiye vê astê.
Dewleta Tirk nikare xwe li destketiyên me, li xwişk-biratî û aştiya me rabigire. Lewma welatê me dagir dike. Ev dagirkerî li dijî temamiya gelên Sûriyeyê ye. Em şermezar dikin û qebûl nakin."