Tîmên taybet ên dewleta Tirk li Kolana Surmelî ya taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser malekê de girtin. Polîsan bi gelek maşîneyên zirxî û piştgiriya helîkopterê bi ser malê de girtin û li ser malê gule reşandin. Piştî gulebaranê şer derket. Şer bi saetan berdewam kir. Polîsan piştî şer ketober li der û dorê gule reşandin. Tîmên taybet di serdegirtina malê de 2 kesên birîndar ku bedena wan hatibû tazîkirin ji malê derxistin û birin Nexweşxaneya Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi.
Şahidê bûyerê diyar kirin ku tîmên tevgera taybet piştî êrîşê 2 kesên birîndar tazî ji malê derxistin. Hat zanîn ku piştî şer hêzên dewletê zorê li welatiyan dikin ku malên xwe vala bikin.
Hat zanîn ku di şer de ciwanê bi navê Mustafa Duman dema li şaneşîna malê bû bi guleyên polîsan ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Mustafa Dûman ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Lokman Hekim. Hat zanîn ku hêj Duman talûkeya mirinê ji ser xwe navêtiye.