BI DÎMEN

AKP dixwaze bi bertîlê komkujiya li Dîlokê binixumîne

AKP ji bo berpirsyariya xwe ya di komkujiya li Dîlokê de binixumîne, hewl dide bi tekberên spî berdîlê bide malbatan. Malbatan nerazîbûneke mezin nîşanî vê hewldana dayîna bertîlê dan.

Di dîmenên gihîştine ber destê ANF'ê de tê dîtin, qemyonên ji tekberên spî yên AKP'yî tên taxa komkujî lê bûye û hewl tê dayîn bi van alavên malan ji malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bertîl bê dayîn. Li şûna bertîla ku rûmeta mirovan dişikîne, malbat ji AKP'ê dixwazin ku bûyerê ronî bike. 

MALBATAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ HEWLDANA DAYÎNA BERTÎLÊ DAN

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê êrîşî daweta malbateke Kurd kirin, AKP ji bo berprisyariya xwe ya vê êrîşa bombeyî binixumîne, mîna her carê serî li rêbaza 'şikandina rûmeta mirovan' da. Malbatên bi dehan kesên hatin qetilkirin ji desthilatdariya AKP'ê dixwazin ku komkujiyê ronî bike. Lê bersiva AKP'ê ya ji bo vê daxwazê, bertîla bi tekberên spî bû. Di dîmenên gihîştin ber destê ANF'ê de tê dîtin, qemyonên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ya AKP'yî roja 27'ê Tebaxê tê taxa Beybahçe û dixwazin bi dehan sarinc û eşyayên cuda yên nava malê, li malbatan belav bikin. Lê malbat û şêniyên taxê nerazîbûnê nîşanî vê bertîla AKP'ê dan. Li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ya AKP'yî, ku bi 4-5 qemyonan xwest bertîlê bide, gel diwaze bûyer bê ronîkirin. Şêniyên taxê dan xuyakirin, ku hewl tê dayîn bi bertîlê ew bên bêdengkirin û nerazîbûn nîşan dan.

'BERIYA SERDANA SEROKKOMAR, HEWLDANA BERTÎLÊ'

Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Şahînbeyê Lamî Çîçek da xuyakirin, ku AKP bi vê helwesta xwe ya ji bo şikandina rûmeta mirovan, dixwaze komkujiyê binixumîne. Çîçek destnîşan kir, ku ev hewldan li dijî mirovahiyê ye û mirovan rencîde dike. Çîçek diyar kir, serdana Serokkomar a li Dîlokê jî weke hewldaneke ji bo nixumandina komkujiyê bi nav kir û anî ziman, ku balkêş e hewldana dayîn bertîlê, demeke kurt beriya serdana Erdogan hatiye kirin. Çîçek ragihand, hewldana bertîlê sûc e û da zanîn, AKP'ê heman rêbaza şikandina rûmeta mirovan, piştî her komkujiyên bi vî rengî xistiye meriyetê. Çîçek destnîşan kir, AKP'ê bi vê hewldana xwe ve careke din nîşan da ku ew hevparê komkujiyê ye.

'MALBATÊN MIROVÊN HATIN QETILKIRIN XWE NÊZÎ ERDOGAN NEKIRIN'

Li aliyê din, plana Serokkomarê Tirk Erdogan a li Dîlokê jî têk çû, ku dixwest bi malbatên kesên hatine qetilkirin re hevdîtinê bike. Tê gotin, gelek malbatên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi Erdogan re rûneniştine û ji ber ronînekirina bûyerê û ji nedîtî hatina hebûna DAIŞ'ê, nerazîbûn nîşan dan. Ji ber vê helwesta malbatan, xwarina mewlûdê ya wê bihata dayîn hat betalkirin û bi tenê dûa mewlûdê hat xwendin.