YPJ: Ti şervanên me dîl nehatine girtin

YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ti şervanên wan dîl neketine destê çete û artêşa Tirk û diyar kir, îdîayên dibêjin '2 şervanên YPJ'ê dîl hatine girtin' bê bingeh in û ji bo şikandina vîna gel tên kirin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), têkildarî îdîayên ku dibêjin '2 şervanên YPJ'ê li başûrê Cerablûsê dîl ketine destê çete û artêşa Tirk' daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku li malpera YPJ'ê hat weşandin hat gotin,  ji bilî 4 şervanên YPG'ê yên ji bo alîkariya birîndaran çûbûn herêmê, lê ketin kemîna çete û artêşa Tirk, ti şervanên wan dîl nehatine girtin.

YPJ'ê da zanîn, ji derveyî 4 şervan û 2 nasnameyên şervanên YPJ'ê tiştek di destê artêş û çeteyên Tirk de nîne û ragihand, her du şervanên YPJ'ê yên nasnameyên wan ketin destê çeteyan, niha li nava yekîneyên xwe bi erka xwe radigin.

YPJ'ê ragihand, artêşa Tirk û komên wê yên çete, ji bo vîna şervanan û gel bişikînin nûçeyên bi vî rengî yên derew belav dikin û îşkenceya li 4 şervanên YPG'ê hatin kirin jî weke pîvanên dûrî mirovahiyê bi nav kir.