Hiqûqnas û Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Xelîfe da xuyakirin, ku ji dema Osmaniyan û vir ve dewleta Tirk her tim bi dagirkeriyê siyaset meşandiye û anî ziman, êrîş û dagirkeriya li Rojava jî encama heman mejî û polîtîkayê ye. Xelîfe diyar kir, ji ber vê yekê dewleta Tirk êrîşa li ser Cerablûsê li roja destpêkirina Şerê Mercîdabiqê rast anî.
Xelîfe ev nirxandin kir:
"Dewleta Tirk dixwaze ji Cerablûsê destpê bike û heta Helebê vê herêmê dagir bike. Nûman Kûrtûlmûş bi xwe got, ew dixwazin nehêlin Kurd xwe bigihînin Derya Spî. Yanî bi awayekî vekirî dibêjin, ji bo pêşî li maf û statuya Kurdan bigirin, wan dest bi dagirkirinê kirine.
Ew hesabê wê dikin, ku bi statuya Rojava re wê ji Başûrê Kurdistanê heta Derya Spî, Kurd xwe bi rêya Derya Spî bigihînin tevahiya cîhanê û dixwazin pêşî li vê bigirin. Timî dibêjin wê Kurd bibin xwedî dewlet û vê yekê ew xistiye rewşeke paranoyak."
Xelîfe da zanîn, dewleta Tirk bi zanebûn derbasbûna Kurdan a li rojavayê Firatê bilêv dike û destnîşan kir, ku Tirkiye ne tenê li rojavayê Firatê li her cihî, destketiyên Kurdan hedef digire.
'BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIKARE PÊŞÎ ÊRÎŞAN BÊ GIRTIN'
Xelîfe di dewama axaftina xwe de ev tespît kir: "Gotina 'rojavayê Firat' xapandinek e. Rast e, naxwazin Kurd li rojavayê Firatê serdest bin, lê di heman demê de naxwazin li rojhilatê Firatê û li dervereke din jî xwedî maf û statu be. Girîng e Kurd li dijî van êrîşan bibin yek. Girîng e Kurd li xwe vegerin. Çima dewleta Tirk, tevî ku di siyaseta hundirî de bi hev ketine, dema mijar Kurd be, hemû dibe yek. Çima Kurd nabin yek? Dewleta Tirk dikare ji her alî ve êrîşê bike, lê belê ya van êrîşan pûç bike, têkoşîna hevgirtî ya Kurdan e. Lewma ji niha û pê ve ya girîng e hewldanên Tirkiyeyê ye, ya girîng ew e; Kurd wê li dijî van êrîşan çi bikin. Pêwîste temamiya siyaseta Kurd, rêxistin û partiyên Kurd zanibin ev êrîş li dijî wan hemûyan e û bi vê têgihiştinê tevbigerin. Divê her ferdekî Kurd bi vê zanibe û li hev bicivin."
Xelîfe ragihand, konsepta êrîşê bi hevpariya Wezaretên Karên Derve yên Tirk, Îran, Sûriye û Iraqê pêk hatiye û diyar kir, pûçkirina van êrîşan bi têkoşîna hevpar a Kurdan dibe.
Xelîfe got, "Ev êrîş wê bi ser bikevin? Wê destketiyên heyî yên Kurdan karibin ji holê bên rakirin? Ya girîng ev mijar e" û wiha dewam kir: "Xeterî gelekî mezin e. Pêwîste hêzên di vê astê de dijminatiyê li Kurdan dikin, biçûk neyên dîtin. Pûçkirin û tevizandina van planan jî, bi têkoşîna hevpar a Kurdan dibe. Eger ev yekîtî bê kirin, xeterî çiqasî mezin jî be, wê pûç bibe."
'PDK WÊ BI XWE WINDA BIKE'
Xelîfe bal kişand ser serdana Mesûd Barzanî ya li Enqereyê ku roja êrîşa li Cerablûsê destpê kir hat vexwendin û da zanîn, divê ev rewş bê lêpirsîn. Xelîfe da xuyakirin, ku hewl tê dayîn PDK li nava vê konseptê bê bicihkirin û eger ev yek pêk were, wê PDK biqede. Xelîfe got, "Eger PDK an jî hêzeke din a Kurd tevlî vê projeyê bibe, wê di dawiya dawî de winda bike. Hêvîdar im wê Mesûd Barzanî vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere. Dibêje 'wê tiştên mezin derkevin holê'. Lê kes nizane mebesta wî çi ye. em hêvîdar in ev tiştên ew qalê dike wê ji bo Kurdan tiştên baş bin."
'YA GIRÎNG TÊKOŞÎNA GEL BI XWE YE'
Siyasetmedar û Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe anî ziman, di têkoşîna li Rojava de para hêzên koalîsyonê heye, lê belê ya girîng têkoşîna hêza gelên Rojava bi xwe ye û herî dawî ev nirxandin kir:
"Li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku gelan li ber xwe dan, sekneke rêxistinbûyî nîşan dan, destketî bi dest xistin. Her kes bi vê dizane. Lê belê hinek niha dibêjin 'DYA dest ji Kurdan berda ye, wê rewşa Kurdan çi be?'. Ev yek tê wateya nedîtina rastiyê. Jİ ber ku Kurd û gelên Rojava bi DYA li ser piyan neman e. Eger hêza wan û têkoşîna wan bi xwe nebûya, nepêkan bû ku bi alîkariya koalîsyonê li ser piyan biman. Her wiha eger ne ji hêza gel bi xwe bûya, wê kesî destek nedabûya wan. Desteka koalîsyonê girîng e, lê ne diyarker e. Ya diyarker, têkoşîna gelên Rojava ye."