KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî balafirgeha Amedê çalakiya bi roketan
Hate ragihandin ku li navçeya navendî Rezan a Amedê, ji hêla rêya havîrdor ve 4 roket hatin avêtin, birîndar hene. -
Li Colemêrgê nêzîkî lojmana polîsan teqîn
Li Colemêrgê li bejahiya vale ya pişt lojmana polîsan teqînek pêk hat. -
Kobanî, li ser sînorê Bakur di nobedê de ne
Gelê Kobanê, piştî dagirkirina dewleta Tirk û şûn de li ser sînorê Rojav-Bakurê Kurdistanê dest bi nobedê kirin. -
Li Geverê leşkeran şewat derxist
Di encama bombe avêtina Qereqola Kamişli ya navçeya Gevar a Colemêrgê li devera daristan şewat derket. -
Li Cerablûsê 2 tankên aîdî çeteyan hatin îmhakirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê, 2 tanên aîdî çeteyan ku êrîşî gundên Başûrê Cerablûsê ku dewelat Tirk alîkarî dikin hatin îmha kirin. -
Gerlach: Tirkiye jî nav de destwerdana hêzan wê Kurdan xurtir bike
Ji kovara Zenîthê, ku li Elmanyayê bi nûçeyên têkildarî Rojhilata Navîn li pêş e, Danîel Gerlach got, Tirkiye bi ‘’Şerê ranegihandî’’ ku tevlî şerê li Sûriyeyê bibe, sedema wê ew e ku naxwaze bibe ‘’Hêzeke têkçûyî.” -
Gelê Kobanê li hemberî artêşa Tirk li ser sînor xwe kire mertal
Piştî ku artêşa Tirk sînor derbas kir û dest bi kolandina xendekan kir, bi hezaran Koboniyan li ser sînor xwe kirin mertal. -
Piştgiriya ji bo Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê zêde dibe
Piştî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û şûn de piştgiriyên ji bo Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê zêde dibe. Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Tabûrên Şems El-Şemal, ji bo ku planên Tirkiye pûçbikin amade ne. -
Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û hêzên Tirk de şer derket
Tankên Tirkan êrîşî gûndê El-Emarne ê Başûrê Cerablûsê ku di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de kirin. Li gundê Yûsûfbayk di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û hêzên artêşa Tirk de şer derket. -
Li Amed û Êlihê aqûbeta nebediyan hate pirsîn
Kesên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin, li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. -
Artêşa Tirk gundên Cerablûsê bombe dike
Artêşa Tirk a Cerablûs dagir kirî, bi tank û topan êrîşî gundên li başûrê bajêr dike. -
Li Erzirom, Hatay, Colemêrg û Amedê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên ku li gelek qadan hatin lidarxistin daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Artêşa Tirk li sînorê Kobanê dest bi provokasyonan kir
Dewleta Tirk a li dijî Rojava lez daye êrîşên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, li herêma Kobanê dest bi kolana xendekan kir. -
HPG: Di çalakiya Cizîrê de 118 ‘endamên hêzên ewlehiyê’ hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya Cizîrê de ku li dijî polîsên Tirk pêk hat, 118 personelên dewletê hatine kuştin. Her wiha nasnameya gerîlayê fedaî jî eşkere kir. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê: Em dengê xwe li artêşa Tirk dikin!
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bal kişand ku dewleta Tirk ne DAÎŞ’ê, lê hêzên wan dikin hedef, bang li raya giştî ya navneteweyî kir. Meclîsê, dengê xwe li artêşa Tirk kir. -
Bajarên Kurdistanê li dijî tecrîdê amadekariyên mîtîngan dikin
Li Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan wê bi şîara, “Ji tecrîdê re êdî bes e; ji bo aştiyê em li qadan in“ mîtîng bên lidarxistin. -
Sevîk û Apakhan ber bi bêdawîtiyê hatin verêkirin: Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin
Endamê YPS’ê Abûzer Sevîk ê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê HPG’ê Hakki Apakhan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin. -
Li Silopiyayê teqîn: 8 zarok birîndar bûn, rewşa 2 ji wan giran e
Li Silopiyayê şevê din di encama teqîna heyberekê de 2 jê giran 8 zarok birîndar bûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dema wesayîta zirxî ji kolanê re derbas dibe heyberekê davêje û piştre teqîn pêk tê. -
Nasnameyên gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan hate ragihandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku dema operasyona berfireh a ku artêşa Tirk 23’yê Tebaxê li qada Bezik a navçeya Pilûr a Dersîmê dabû destpêkirin, jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Artêşa Tirk gundên Cerablûsê bombe dikin: Gelek kuştî hene
Artêşa Tirk gundê Til-Emarne yê girêdayî Cerablûsê bi top û balafirên şer ve bombe dike. Gelek mirî û birîndar hene. -
Gerîlayê HPG’ê Masîro ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Masîro Şoreş ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hate definkirin. -
Li dijî Fermandariya Kolordiya Jendermeyan çalakî
Li Wanê li dijî Fermandariya Kolordiya Jendermeyan a Wanê çalakî pêk hat. -
Şahidê ku di qetlîamê de birîndarbûyî: Bombeya zindî gihîştîbû û bi rih bû
Şahid Mûrat Akdogan ê ji teqîna li Dîlokê bi saxî rizgar bû, berevajî gotinên rayedarên dewleta Tirk ên mîna ‘bombeya zindî zarok bû’, îfade kir ku bombeya zindî gihîştî bû. -
3 gundên din ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 3 gundên din jî rizgar kirin. Di şer de 13 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û miqtarek çek û cebilxane hatin desteserkirin. -
Oxira gerîlaya YJA Star Denîz Binevş û welatiyê Mexmûrê Arif hate hilanîn
Gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê wargeha Mexmûrê yê bi navê Mehmet Arîf ên di şer de ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin.