Piştgiriya ji bo Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê zêde dibe

Piştî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û şûn de piştgiriyên ji bo Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê zêde dibe. Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Tabûrên Şems El-Şemal, ji bo ku planên Tirkiye pûçbikin amade ne.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê nên li ser nûqteyên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û gundê El-Emarne yê li Cerablûsê û bajahiyê daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku balafirên Tirkiyeyê îro di destê sibehê de, nuqteyên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û gundewarên wê, bombebaran kirine û ji ber bombebarana balafirên Tirk, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê birîndar bûn û li nexweşxaneya Minbicê têne dermankirin. Tirkiyeyê bêdengiya cîhanê li hember kiryarên wê yên dagirkirina Cerablûsê û astengkirina şerê li dijî terorê, qezenc dike û destwerdanên xwe zêde dike. Tirkiyeyê bi awayekî veşartî bi çeteyan re lihev kiriye ku bêyî şer derbasî Cerablûsê bibin.”

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştgiriya xwe ji Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û gundewarên wê re ragihand û da zanîn ku ew amade ne, ji pilanên ku Tirkiyeyê bi riya çeteyên xwe pêk tîne, bibin bersiv. Her wiha Meclîsê diyar kir ku êrîşên dijminane yên Tirkiyeyê dahola şerekî nû li bakurê Helebê lê dide.

Di dawiya daxuyaniyê de, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku Tirkiyeyê bi kiryarên xwe, şerê li dijî terorê asteng dike. Meclîsê da zanîn ku Tirkiyeyê bajarê Cerablûsê bi guhertina van û cilên DAIŞꞌê dagir kir.

TABÛRÊN ŞEMS EL-ŞEMAL: KETE SER RÊ

Fermandariya Giştî ya Tabûrên Şems El-Şemal daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bi armanca piştgirîkirina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ya li dijî êrîşên dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi Cerablûsê ve ketine rê.

Di daxuyaniyê ev tişt het gotin: ” Piştî ku Tirkiyeyê êrîşî Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û gundewarên wê kir û gefên çeteyên li Cerablûsê, em weke tabûrên Şems El-Şemal me berê xwe da çeperên Cerbalusê da em li hember dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê, destek bidn Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê.”