KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Hesekê li malên xwe vedigerin
Li Hesekê, piştî şerê dijwar ê 7 rojan, di roja 8'an de agirbest hat ragihandin. Piştî ku li ser 5 xalan li hev hat kirin, şêniyên bajêr jî dest bi vegera li malên xwe kirin. -
Dûman: Kevneşopiya çapemeniya azad wê dewam bike
Dûman a li qadên gerîla rojnamevaniyê dike, êrîşên li hemberî çapemeniya azad şermezar kir û diyar kir, li hemberî her şêwe zext, şîdet, binçavkirin, girtin û gefan kevneşopiya çapemeniya azad dewam dike û wê dewam bike. -
Operasyonên li gundewarên başûr ên Minbicê dewam dikin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê didomînin. -
Yûsiv: Em di projeya federalîzma demokratîk de bi israr in
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv bal kişand ser bloka nû ya li dijî Kurdan û got, "Em di projeya xwe ya federalîzma demokratîk de bi israr in." -
Ji bo 3 rojan li Geverê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Gever a Colemêrgê, piştî çalakiya li hemberî maşîna zirxî, ji bo 3 rojan derketina derve hat qedexekirin. -
Li Mêrdînê li dijî leşkeran çalakî
Li Mêrdînê li dijî leşkerên ku li zeviya Hop Gecîdiyê xebatên lêgerîn û venêrînê dikirin çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Erdîşê teqîn
Li Wanê piştî teqîna di saetên şevê ya li navçeya Edîşê û şûn de li herêmê dengê çekan bilind bû. -
Teqîneke dijwar li Geverê pêk hat
Li navçeya Gevar a Colemêrgê teqînekî pir mezin pêk hat. Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. -
Şer li bakur û başûrê Minbicê dewam dike
Çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî gunên Bakur û Başûrên Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyan xistin. -
Li Mêrsînê polîsan êrîşî çalakiya nobedê kirin: 4 kes hatin binçavkirin
Li Mêrsînê çalakiya “Nobeda Azadiyê” ya bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azdî hatibû destpêkirin, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin, nûçegihanê Rojnameya Evrensel Cemîl Ûgûr jî di nav de 4 kes hatin derbkirin û hatin binçavkirin. -
Li Wan û Amedê 8 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Elbakê nûçegihanê DÎHA’ê Erdem Muhîrcî jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî endama KJA'yê Fatma Dûman hatin binçavkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Yûsûf Salîn hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Yûsûf Salîn (Botan Agirî) ê ku di şerê li Agiriyê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, li Îdirê bi merasîmekê hate veşartin. -
Xalên agirbesta Hesekê hate ragihandin
Piştî şerê 7 rojan ku li Hesekê bi êrîşên hêzên rejîmê re destpê kirin, agirbestek ji 5 xalan pêk tê hat îlankirin. -
Ergul, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Piştî îfadeya 6 kesan ku Edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul ji di nav de, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Di teqîna avahiyekê de zarokekê jiyana xwe ji dest da
Li Nisêbînê, du xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) a ku dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka binêrin teqînek pêk hat. -
Çete bi fûzeyan êrîşî Şêx Meqsûdê dikin
Çeteyên SÛK’ê yên ji hêla dewleta Tirk tên destekkirin, Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dane ber fûzeyan. -
Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê destpê kir
Meclîsa Êzîdiyên Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Navenda Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kir. -
Gerîlayan derbeyên giran li artêşa Tirk xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayan di çalakiyên Mêrdîn, Riha, Qers û Dersîmê de derbên giran li artêşa Tirk xistin û herî kêm 15 polîs û leşker kuştin. -
TŞYG: Li Dersîmê 2 leşker hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku roja 22'ê Tebaxê li hemberî qereqola Tornûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyek hatiye lidarxistin û 2 leşker hatine kuştin. -
ANF ket nava zîndana Hesekê!
ANF ket nava zîndana li Hesekê ya di destê rejîmê de bû. Li Hesekê, hêzên YPG/YPJ, Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî derbên giran li rejîmê xistin, bi sedan leşker dîl girtin û bi dehan jî bêbandor kirin. -
Mesûd Barzanî çû Tirkiyeyê
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî îro ji Hewlêrê bi balafirê çû Tirkiyeyê. -
Li Hesekê agirbest hat ragihandin
Li Hesekê, piştî şerê 8 rojan agirbest hat ragihandin. -
QSD: Em piştgiriyê didin Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê
Fermandariya QSD'ê diyar kir, li dijî planên talan û dagirkeriyê yên Tirkiye û komên ser bi wê, ew piştgiriyê didin hêzên leşkerî yên Cerablûsê û got, "Em ji tevahiya raya giştî re radigihînin, em amade ne welatê xwe biparêzin." -
Li çiyayê Şengalê daxuyaniya ji bo azadiya Ocalan
Saziyên Êzidiyên li Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kirin û gotin, "Azadiya Ocalan azadiya gelên bindest e." -
Bavê Alîcan Onlu, Alî Haydar Onlu jiyana xwe ji dest da
Bavê parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, Alî Haydar Onlu jiyana xwe ji dest da.