TŞYG: Li Dersîmê 2 leşker hatin kuştin

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku roja 22'ê Tebaxê li hemberî qereqola Tornûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyek hatiye lidarxistin û 2 leşker hatine kuştin.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan da xuyakirin, ku roja 22'ê Tebaxê li hemberî qereqola Tornûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyek hatiye lidarxistin û 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya fermandariyê de ev agahî hatin dayîn:

"Milîtanên me roja 22'ê Tebaxê saet di 19:00 de, li hemberî qereqola Tornûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de, leşkerên nobed diguherandin hedef hatin girtin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê yên di dema dawî de şehîd ketin, hat lidarxistin."