Li Amedê di “Nobeta Azadiya Ocalan” ku dewam dike de qetlîama Dîlokê hate lenetkirin, çalakiya bêdeng hate lidarxistin.
Polîsan êrîşî birin ser çalakiya “Nobeta Azadiyê” ya li Parka Ahmet Kaya ya li Taxa Çay a girêdayî navçeya Akdenîz a Mersînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Li nobeda ku gelek kes beşdar bibûn de pankarta “Ne navê tecrîda Îmraliyê. Bibe navê Aştiyê” hate daliqandin. Polîsan bi wesayîtên zirxî girseya nobed digirt dorpêç kirin, bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di demê êrîşê de polîsan bombeyên gazê avêtin hemû kolanên taxan, hat dîtin ku hedef diyar dikirin û bombeyên gazê avêtin. Di dema êrîşê de nûçegihanê Evrenselê Cemîl Ûgûr û Halîl Polat û 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin derbkirin û hatin binçavkirin.
Rawestana polîsan a li parqê dewam dike.
LI AMEDÊ QETLÎAMA DÎLOKÊ HATE PROTESTOKIRIN
Li Amedê çalakiya “Nobeda Azadiyê ya Ocalan” ya li Parka Koşûyolû ya ku ji aliyê HDP,KJA,KCD û DBP’ê ve ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin dabûn destpêkirin dewam dike. Di nobeda ku gelek kes beşdar bûyî de pankarta “Ji Tecrîdê Re Na, Rêya Aştiyê Di Îmraliyê Re Derbas Dibe” hate daliqandin.
Çalakî ji ber qetlîama Dîlokê bi bêdengî dewam kir.