Li Wan û Amedê 8 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Elbakê nûçegihanê DÎHA’ê Erdem Muhîrcî jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî endama KJA'yê Fatma Dûman hatin binçavkirin.

Li navçeya Elbakê nûçegihanê DÎHA’ê Erdem Muhîrcî jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî endama KJA'yê Fatma Dûman hatin binçavkirin.

WAN

Li navçeya Elbak a Wanê di serdagirtina malan de nûçegîhanê DÎHA’yê Erdem Muhîrcî jî di nav de 7 welatî hatin binçavkirin. 7 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.

AMED

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Dûman dema li Sumerparka navçeya Yenîşehîrê bû, bi hincetên wekî "îfadeya te heye" ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Dûman birin Midûryeta Polîsan a Amedê.

Dûman di 10'ê Nîsanê de di operasyona li dijî DBP û KJA'yê de bi 18 siyasetmedarên kKurd re hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola eldî serbest hatibû berdan.