Şer li bakur û başûrê Minbicê dewam dike

Çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî gunên Bakur û Başûrên Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyan xistin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro êrîşî gundê Hicêra El-Saxira yê li başûrê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiv dan û şer derketin. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 7 ji wan ketin destê şervanan.

Li aliyê din şervanên Minbicê li başûrê bajar li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de çend girên stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di şer de çekek doçka hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Şerê şervanan a li vê herêmê didome.

Li bakûrê Minbicê jî çeteyan îşev saet di 20.00’an de êrîşî gundê Ereb Hesen ku dikeve xeta Çemê Sacûr kirin. Şervanên Minbicê bersiv dan û şer derketin.

şer berdewam dikin.