Li çiyayê Şengalê daxuyaniya ji bo azadiya Ocalan

Saziyên Êzidiyên li Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kirin û gotin, "Azadiya Ocalan azadiya gelên bindest e."

Sazî û Meclîsên li Şengalê îro li çiyayê Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Daxuyanî li ser navê Meclîsa Jinên Şengalê, Meclîsa Avaker a Êzidiyên li Şengalê, Partiya Azad û Demokratîk (PADE) û Meclîsa Ciwanên Şengalê ve hat dayîn.

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî Neam Eliyas axivî û got, "Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye û rêberê gelê bindest e. Em dewleta Tirk û Erdogan şermezar dikin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo niha dijîn. Em dixwazin derhal agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Heta em agahiyê jê bigirin, em ê her li ser piya bin û li ser şopa Serok Apo têbikoşin."

Li ser navê Meclîsa Avaker ya Şengalê Xidir Salih jî da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Mandela ye, ji bo cîhanê Gandî yê duyemîn e û got, "Eger em li vê fikir û felsefeyê xwedî dernekevin wê Rojhelata Navîn ber bi astengî û nexweşiya ve biçe. Ew fikir û felsefa ji bo hemû gelên bindest e û çareseriya krîza  Rojhilata Navîn e."

Serokê PADE Qehtan Elî jî dewleta Tirk şermezar kir û bang li gelê Kurd ê li çar aliyên Kurdistanê kir, ku ji bo azadiya Rêberê xwe rabin ser piyan, çalakiyên cur be cur lidar bixin.

Ji Meclîsa Ciwanên Şengalê jî Mahîr Mejdel axivî û diyar kir, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên wan ên li ser rewşa tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne.

Mejdel got, "Dewleta Tirk û hevkarên xwe xeta sor derbas kirine. Em ji navenda Şengalê nameyek ji dijminê mirovahiyê ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dişînin û dibêjin; heya ku em rewşa Serokê xwe zelal nekin û agahî jê negirin, em ê li qada çalakiyan bin û şev û roj nobedê bigirin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Azadiya Serok Azadiya hemû gelên bindest e' qediya.