KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê ji bo Deklarasyona KCK’ê destek hate dayîn
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) dan xuyakirin ku deklarasyona çareseriyê ya KCK’ê girîng e û ji hikûmetê xwest, bersivê bide deklarasyonê. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê: Endamê MÎT'ê yê fermandarê me qetil kir, hat girtin
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê da xuyakirin, endamê MÎT'ê yê duh bi sûîqestê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Ebdulsetar El Cadirî qetil kir, hatiye girtin. -
Navên kesên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan
Ji 54 kesên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, navên 46 kesan ku 1 jê pitik 30 zarok in, eşkere bûn. -
'Dewleta Tirk çareseriyê naxwaze, kaosê dixwaze'
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku êrîşa li Dîlokê karê eniya dij bi Kurd e û li hemberî komkujiyan banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurd kirin. -
Li Şedadê şer
Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser gundê El-Ezawî yê girêdayî Şedadê. Piştî ku şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan şer derket û ev şer hê berdewam e. -
Li Minbicê 14 çete hatin kuştin
Operasyona paqijkirina başûrê Minbicê dewam dike. Gundekî li vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Di şerê li vir de 14 çete hatin kuştin. -
Ji Hewlêrê ber bi Zagrosê ve
Ji bo hilgirtina barê şoreşê û azadiya gelê Kurd, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan ref bi ref berê xwe didin qadên azad. Yek ji van ciwanan jî Dilşad Gabar e, ku di vê dema şerê giran de ji Hewlêrê berê xwe daye çiyê. -
Li Xelfetiyê nobeda ji bo Ocalan
Li Xelfetiyê, nobeda li dijî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çarçoveya vê nobedê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. -
Îlham Ehmed: Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê bi konsepteke nû êrîş dikin
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, pişt perdeya şerê li Hesekê ku ev 8 roj in dewam dike û armanca van êrîşan ji ANF'ê re nirxand. -
'Komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne'
Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir, komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne û destnîşan kir, pêwendiya êrîşê bi deklarasyona KCK'ê û rizgarkirina Minbicê heye. -
Wekîlê Goran: Divê muzakereyên bi Ocalan re derhal destpê bikin
Parlamenterê Goran Bestûn Faîk got, navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan e. -
Rejîm li Hesekê serberjêr bûye û têk diçe
Di roja 7. a şerê li Hesekê de, 230 leşker û çeteyên rejîmê yên ji aliyê hêzên YPG/YPJ, Asayîş û HPC'ê ve hatin dorpêçkirin, li gundên li dora Kewkebê hatin girtin. -
Komkujiya li Dîlokê ji bo veşartina birin û anîna çeteyan hat kirin
Êrîşa AKP/Qesrê bi destê DAIŞ'ê li Dîlokê kir, ji bo derbaskirina çete û lojîstîka ji bo çeteyên li Cerablûsê were veşartin, hat organîzekirin. -
Şerê li Hesekê bênavber dewam dike
Li Hesekê, şerê di navbera YPG/YPJ, Asayîş HPG û hêzên rejîmê de, danê vê sibehê jî bênavber dewam kir. -
Li Hesekê 283 leşker û pêxwasên din ên rêjîmê dîl hatin girtin
Hêzên YPG’ê, 283 leşker û pêxwasên din ên rêjîmê li gel çekên wan dîl girtin. -
Kontrola 3 navendên li Hesekê ket destê şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê
Li bajarê Hesekê yê Rojava, Stadyûm, Navenda Çand û Hunerê û Daîreya Pasaportê ya ku îro ber bi danê êvarî şer lê dijwar bibû, ji hêzên rejîmê hatin rizgarkirin. -
MÎT’ê, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê qetil kir
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir, ji aliyê endamên MÎT’ê ya Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. 2 Endamên MÎT’ê hatin girtin. -
Li Hesekê li navenda Çandê û stadyûmê şer diqewime
Li Hesekê şer li navenda Çandê û Stadyûmê dijwar bû. -
Gerîlayê HPG’ê Ozdemîr ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozdemîr (Medenî Dag) ê ku di şerê Nizarê Azê yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe hate definkirin. -
Girtîgeha li Taxa Xiwêran ji hêzên rejîmê hate paqijkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê, li Taxa Xiwêran a Hesekê, girtîgeha di bin venêrîna rejîmê de rizgar kirin. -
Artêşa Tirk çeperên şervanên Minbicê bombe dike
Artêşa Tirk, li nêzî Ava Sacûrê ku li bakurê Minbicê dikeve, çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bombe dike. -
Di şerê Hesekê de herî kêm 53 leşkerên rêjîmê teslîmî YPG’ê bûn
Di şerê bajarê Hesekê de ku 16’ê Tebaxê destpê kir, hejmara leşkerên rêjîmê yên ku heta niha hatine girtin û xwe teslîm kirine gihişte 53`yan. -
Ji Neşwa Rojhilat a hatî rizgarkirin çend wêne
Taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê ku ev 7 roj in şerê dijwar di navbera leşkerên rejîmê û YPG/YPJ, Hêzên Asayîş û HPC’ê de diqewimî hate rizgarkirin. -
Li Dîlokê faşîstên Tirk êrîşî merasîma cenazeyê kirin
Faşîstên Tirk êrîş birin li ser merasîma cenazeyê ya Kûmrû Îlter û Ahmet Toraman ku dema qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan û hewl dan definkirina cenazeyan asteng bikin. -
Neşwa Rojhilat hate rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîş û endamên HPC’ê, Taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê ji leşkerên rejîm û çeteyan rizgar kirin.