Wekîlê Goran: Divê muzakereyên bi Ocalan re derhal destpê bikin

Parlamenterê Goran Bestûn Faîk got, navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan e.

Parlamenterê Tevgera Goran Bestûn Faîk da xuyakirin, ku ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyên bi Ocalan re, wê bersiva herî rast a ji bo deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê be û got, "Divê êdî were dîtin; bi zext û operasyonan Kurd tesfiye nabin."

Wekîlê Goran Faîk, deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê û êrîşa li Dîlokê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, divê dewleta Tirk rêya zext, şîdet û şer derhal biterikîne û bersiveke erênî bide deklarasyonê.

ÇARESERÎ BI YEKALÎ PÊK NAYÊ

Faîk got, "Gava destpêkê ya ji bo vê; rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyê ye." Faîk da zanîn, pirsgirêka Kurd bi gavên yekalî çareser nabe.

Parlamenter Bestûn Faîk diyar kir, hêzên bang li KCK'ê kirin, divê ji niha û pê ve bi berpirsyariyên xwe rabin û wiha dewam kir: "Ev yek ne tiştekî welê ye, ku bi tenê bi gava Kurdan pêk were. Girîng e her kes vê rastiyê bibîne û zextê li aliyê din bikin ku bi berpirsyariya xwe rabe. Eger tê xwestin pirsgirêk were çareserkirin, divê yekser bi Ocalan û bi KCK'ê re diyalog were kirin. Ji bilî vê, ti rêyeke çareseriyê nîne. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi zext û operasyonan tesfiye nabe. Ev yek bi zelalî hatiye dîtin."

Parlamenterê Tevgera Goran Faîk êrîşa li Dîlokê li hemberî Kurdan hat kirin şermezar kir û got, "Ev yek êrîşeke qirêj e ku li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Ev êrîş ji aliyê wan hêzên ku hebûna Kurdan înkar dikin, hewl didin pêşî li yekîtiya Kurdan bigirin û hêza wan berxwedanê bişikînin, hatiye kirin."

...