'Komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne'
Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir, komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne û destnîşan kir, pêwendiya êrîşê bi deklarasyona KCK'ê û rizgarkirina Minbicê heye.
Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir, komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne û destnîşan kir, pêwendiya êrîşê bi deklarasyona KCK'ê û rizgarkirina Minbicê heye.
Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir, komkujiya li Dîlokê rasthatin nîne û destnîşan kir, ku pêwendiya êrîşê bi deklarasyona KCK'ê û rizgarkirina Minbicê heye.
Şahîn, ev komkujiya ku di çarçoveya dijminatiya li Kurdan de hat kirin, ji ANF'ê re nirxand.
'DÎLOK BAREGEHA DAIŞ'Ê YE'
Şahîn komkujiya li Dîlokê weke komkujiyek bêrehm û li derveyî mirovahiyê nirxand û bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê yên destekê ji AKP/Qesrê dibînin, 54 kes bi xwînxwarî qetil kirine, ku ji van 40 jê zarokên 2-17 salî ne. Şahîn ragihand, bûk û zava jî di nav de gelek birîndar li nexweşxaneyan e û destnîşan kir, ku tiştekî rasthatî nîne komkujî li Dîlokê hatiye kirin. Erkan Şahîn got, Dîlok ji bo çeteyên DAIŞ'ê bûye baregeh.
Şahîn da xuyakirin, tevî hişyariyên HDP'ê yên li ser hebûn û bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê, ti tedbîr nehatine girtin û got, "Êrîşên bombeyî yên li Amed, Pirsûs û Enqereyê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kirin, li Dîlokê hatin plankirin û ji vir sewqiyat hat kirin. Ev rewş li dadgehan jî hat bilêvkirin. Di van dadgehan de eşkere bû, ku li ser yek ji serçeteyê DAIŞ'ê, agahiya li ser daxwaza êrîşê ya li dijî dawetên Kurdan hebû. Ev daxwaza êrîşê di doznameya komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de cih girt. Tevî vê yekê jî, ti tedbîr nehat girtin."
'PÊWÎSTE EV ÊRÎŞ JI GELEK ALIYAN VE BÊ NIRXANDIN'
Şahîn bal kişand ser dema pêkhatina êrîşa bombeyî û wiha dewam kir: "Çend saet piştî weşandina deklarasyona KCK'ê ya ji bo çareserî û muzakereyê, ev komkujî hat kirin. Lewma ev rewş rasthatinek nîne. Li aliyê din, di demeke ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê derbên giran xwarin û têk çûn, ev komkujî pêk hat. Li Cerablûsê dengê şer û teqînan tê. Li ser sînor jî tevgera artêşa azad heye. Der barê vê de îdîa hene. Li Karkamişê jî derketina derve hatiye qedexekirin.
Di çarçoveya van hemû rastiyan de, divê ev teqîn bi tenê weke êrîşekê neyê nirxandin. Girîng e ev êrîşa DAIŞ'ê ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Ev êrîş li hemberî aştiyê ye, li hemberî Rojava ye."