KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayan li dijî polîtîkayên tecrîd û êrîşê, gelek çalakî li dar xistin
Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de gelek leşker hatin kuştin, hejmarek zêde wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Li nêzî gundê Şabelût ê Xîzanê, gerîlayan li hemberî wesayîta zirxî ya Kobra çalakî li dar xistin, 8 leşker kuştin. -
Li Şemzînanê di operasyona şoreşgerî de gelek wesayîtên zirxî hatin rûxandin
HPG’ê diyar kir ku di operasyona şoreşgerî de ku li Şemzînanê hate lidarxistin, tankek, 2 Akrep, 1 Kobra, 1 TOMA, 1 Konteynir û kamerayek mobese hatin rûxandin û 4 wesayîtên zirxî yên Ejdar, 2 Kobra û 1 Akrep jî hatine derbkirin. -
Şehîdên Komkujiya ‘Kendekola’ hatin bibîranîn
Şahid û xizmên qetlîama Kendekola ku di 15’ê Tebaxa 2000’an de ji hêla balafirên dewleta Tirk hatibû bombekirin û piraniya wan jin û zarok, 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û herî kêm 35 kes jî birîndar bibûn, merasîmek bîranînê li dar xistin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin
Şêniyên Kantona Efrînê 2 şervanên azadiyê yên ku li herêmên Şehbayê û Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dabûn li goristana şehîd Refîq, definkirin. -
‘Rêjîmê Êrîşa li ser Hesekê bi Tirkiyeyê re kordîne kiriye’
Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, da xuyakirin ku êrîşên rêjîma Baas li ser Hesekê bi kordîneyeke di navbera rêjîmê û dewleta Tirk de, tê pêkanîn. -
HPG: Di çalakiya Elezîzê de 105 polîs hatin kuştin, 155 polîs jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê hate lidarxistin ragihand. HPG’ê nasnameya gerîlayê çalakî li dar xist jî eşkere kir. -
Balafirên rejîmê bombe li sûka Hesekê barandin
Li Hesekê, şerê di navbera hêzên YPG/YPJ/Asayîş û hêzên rejîmê de, dewam dike. Balafirên şer ên rejîmê jî bombe li sûka bajêr barandin. -
MSD: Di êrîşa li Hesekê de destê Tirkiye û Îranê heye
MSD êrîşa rejîma Sûriyeyê ya li hemberî Hesekê şermezar kir û diyar kir, ev lîstikeke qirêj e ku Tirkiye û Îran jî di nav de ne. MSD, bang li gelê Hesekê kir ku yek bin. -
Li Xelfetiyê, tecrîd û êrîşên li ser çapemeniyê hatin şermezarkirin
Bi hezaran kesên ku li Pîrozbahiya Çandê ya Şaredariya Xelfetiyê gihaştin hev, li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên bi ser Ozgur Gundemê de nerazîbûn nîşan dan. -
Ji sedî 90 ê taxa Newşa ket destê YPG/YPJ û Asayîşê
Ji sedî 90 ê taxa Newşa ya Hesekê, ket destê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê. -
Birîndarekî din ê li Hesekê jiyana xwe ji dest da
Li Hesekê, ji sivîlên ji ber êrîşên rejîmê birîndar bûn, Mihemed Seîd Ebdulxenî jî jiyana xwe ji dest da. -
Ewlekariya Minbicê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat kirin
Hêzên QSD'ê, ewlekariya navenda bajarê Minbicê û gundên li derdorê radestî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, operasyonên wan ên li bakurê bajêr dewam dikin. -
Şerê li Hesekê dewam dike
Li Hesekê, şerê ji duh bi şev ve li herêmên Mesakin, Neşwa rojhilat û navenda bajêr diqewimin, danê sibehê saet di 5'an de li hin nuqteyan dewam kirin. Bi dehan leşkerên rejîmê hatin kuştin û hin jê jî teslîm hatin girtin. -
KJA dixwaze bi rêya kampanyayê tecrîdê bide rakirin
Berdevka Koordînasyona Kampanya Rihayê ya KJA'yê Fatma Dogan destnîşan kir, ku bi kampanya "Ez xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevin" dixwazin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin rakirin. -
Li Bazîdê çalakiya li dijî qereqola polîsan
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî qereqola polîsan a Ûlûyolê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. -
'Kevneşopiya Ozgur Gundemê li gelemperiya Kurdistanê çapemeniya azad afirand'
Ekrem Berekat da xuyakirin, ku rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê kevneşopiya çapemeniya azad a Ozgur Gundemê esas digirin û got, "Ev ruhek e, ruhê rojnamevaniya rast e. Di afirandina vî ruhî de rola Ozgur Gundemê gelekî girîng e." -
Di şerê li Hesekê de rejîm derbên giran dixwe
Li Hesekê, şerê di navbera Asayîşê/YPG û çeteyên rejîmê, li gelek taxan bê navber dewam dike. Çeteyên rejîmê yên derbên giran dixwin, topan li qadên sivîlan dibarînin. -
Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Melazgirê hate binçavkirin
Piştî polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP’ê ya Navçeya Melazgirê, bi saetan lêgerîn pêk anîn, Hevserokê DBP’î Mûrat Kiziltaş binçav kirin, di avahiyê de jî xisarek mezin li pey xwe hiştin. -
Di êrîşa Ezîziyê de 6 sivîl hatin qetilkirin, 4 jê zarok in
Di topbarana Taxa Ezîziyê de ku ji hêla hêzên rejîma Baas’ê pêk hat, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 jê zarok in. Her wiha di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn. -
Rêjîmê taxa Ezîziyê bi topan bombe kir: Birîndar hene
Hêzên rêjîma Baasê taxa Ezîziyê ya Hesekê topbaran dike. Ji ber topbaranê welatiyên ku birîndar bûne, hene. -
Xelîl: Li beramberî êrîşên hovana wê YPG’e bêdeng nemîne
Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku wateya êrîşên li dijî Hesekê ew e ku hêzên rejîmê têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Minbicê wek têkçûna xwe dibînin. -
Hêzên rejîmê bi balafirên şer êrîşî 3 taxên Hesekê dike
Balafirên şer ê rejîma BAAS’ê careke din 3 tax û nuqteyên asayîşê yên Hesekê bombe dikin. -
Gulo: Eger li hember Hesekê êrîş bidomin wê bersiva me dijwar be
Serokê Konseya Parastinê ya Xweseriya Demokratîk a Rojava Rêzan Gulo, got ku eger hêzên hêzên rejîmê êrîşên xwe yên li ser asayîş û sivîlên Hesekê bidomîne wê bersivên tund bidin wan û Hesekê rizgar bikin. -
Gerîlayê HPG’ê Bariş hate definkirin
Gerîlayê HPG'ê Bariş Coşkûn (Zinar Firat) ê ku di şerê li bejahiya Amedê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla bi hezaran kesî ve hat dofinkirin. -
Dîmenê çalakiya Xabûr 2 hate weşandin
Gerîla TV, dîmenê çalakiya ku gerîlayên HPG/YJA Starê 10’ê Tebaxê li Xabûr 2 a navçeya Qileban a ŞIrnexê li dar xistin weşand.