Gerîlayê HPG’ê Bariş hate definkirin
Gerîlayê HPG'ê Bariş Coşkûn (Zinar Firat) ê ku di şerê li bejahiya Amedê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla bi hezaran kesî ve hat dofinkirin.

Rojên borî li navçeyên Licê, Hezro û Pîran ên Amedê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Star û leşkerên artêşa tirk de şer derketibû, di şer de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Ji 7 gerîlayan cenazeyê gerîla Bariş Coşkun (Zinar Firat) ji bo testa DNA'yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amed dihat rawestandin, ji hêla malbatê ve hat wergirtin û birin navçeya Pirsûs a Rihayê.
Cenazeyê Coşkûn di saetên serê sibehê de ji morga nexweşxaneya Pirsûsê hate wergirtin û bi dirûşmên "Biji Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erde namîne" birin Taxa Qere. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Coşkûn bi girseyî hat definkirin.
Piştî definkirinê girseya li ser goristanê ji bo sersaxiyê derbasî mala Coşkûn bûn.