KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Heta DAIŞ biqelihe, wê operasyona me dewam bike'
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Operasyona me ya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, heta ku çeteyên DAIŞ'ê ji temamiya herêma me biqelihe, wê dewam bike. -
Li hemberî Navenda Kontrolkirina Trafîkê çalakiya bombeyî
Li ser rêya Amed-Mêrdîn-Êlihê, li hemberî Navenda Kontrolkirina Trafîkê çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. -
Nûçegihanên Başûrî: Ku bêdengî bidome, em ê zêdetir werin kuştin!
Nûçegihanên Başûr Kurdistanê têkildarî kuştina Wedat Hisên Elî, nûçegihanê Rojnewsê axivîn. Hevpîşeyên Hisên diyar kirin, divê li hemberî qetilkirina Wedat kes bêdeng nemîne, ku ev were kirin ew ê zêdetir werin kuştin. -
Gerîlayan 15'ê Tebaxê bi heybetî pîroz kirin
32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat pîrozkirin. Mûrat Karayilan li vir axivî û got, "Li Kurdistanê pêşî li qirkirinê hat girtin, niha dor hatiye rizgarî û azadiyê." -
Cenazeyên 3 cangoriyan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Dîmenê çalakiya 30 leşker tê de hatin kuştin, hat weşandin
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya 5'ê Tebaxê li Mergê Savê, Geliyê Masîro û alaya Garê hat lidarxistin, weşand. -
Nerazîbûna li qetilkirina Wedat Hisên Elî zêde dibe
Qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî, li Ranya û Kelarê hat şermezarkirin. -
10 gundên Mûsilê hatin rizgarkirin
Li herêmên Xazir û Guwerê, di operasyona duh hat destpêkirin de 10 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgakirin. -
Meclîsa Jinên Şengalê: Li Şengalê bi sedan Egîd hene
Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê bi boneya 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ew bi ruhê Egîdan hatine rizgarkirin. Jinên Şengalî destnîşan kirin, ku li Şengalê îro bi sedan Egîd hene. -
'Wan jiyan li me herimand, we jî jiyana wan herimand'
Sivîlên li taxa El Siribê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, minetdarê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne. -
Ziya Pîr: Ji bilî berxwedanê çareyeke me nîne
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bal kişand ser hewldanên krîmînalîzekirin Kurdan û destnîşan kir, ku li dijî van zext û zordariyan, ji bo afirandina aştiyek mayînde ji bilî berxwedanê çareyeke wan nîne. -
Rêwîtiya serketin û azadiya Minbicê
Rizgarkirina Minbicê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû gaveke mezin. Baş e rewş û girîngiya Minbicê çi bû? Pêngav çawa hat amadekirin û bi çi rengî gihaşt vê astê? -
Civaka Êzidî komkujiyên 2007 û 2014'an ji bîr nekir
Bi munasebeta 9. salvegera komkujiya gundê Siba Şêx Xidir û Til Ezer, her wiha 2. salvegera komkujiya gundê Koço, li çiyayê Şengalê merasîmek bîranîna qurbaniyan hat lidarxistin. -
'Em ê bi ruhê Egîdan şer bikin'
Gerîlayên HPG'ê, di salvegera 32. de Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an nirxandin û destnîşan kirin, ku ew ê şerê xwe bi ruhê Egîdan bidomînin. -
Li dijî nuqteyeke polîsan a li Cizîrê çalakî hat lidarxistin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li hemberî nuqteyeke polîsan bi teqemeniyê çalakiyek hat lidarxistin. -
Li Şemzînanê li hember baregehên leşkerî çalakiyek hemwext
Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star li hember nuqteyên baregehên leşkerî yên li bejahiya gundê Besosin ê li bejahiya herêma navçeya Şemzinan a Colemêrgê çalakiyekî hemwext lidar xist. -
Şervanê azadiyê yê Minbicê li Kerkûkê hate bibîranîn
Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê ji bo Şervanê YPG’ê yê ji Başûrê Kurdistanê Bahaddîn Hamîd (Fîraz Kardox) yê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, merasîmek bîranînê li dar xist. -
Li Xîzanê li hember tevgera taybet çalakî
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê li hember tîmên tevgera taybet çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 3 polîs birîndar bûn. -
Li ketina rêya Pulurê blokên beton hatine bi cih kirin
Hemû rêyên ku diçin navçeya Pulur a Dersimê bi bilokên beton hatine girtin. -
Meclîsa Leşkerî ya Bab hate avakirin
Meclîsa Leşkerî ya Bab, bi daxuyaniyekî avakirina xwe îlan kirin. -
KCK: Em bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşînê geş û gur bikin
KCK’ê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got; ‘’Em bang li hemû hêzên azadiyê û demokrasiyê dikin ku bi mebesta jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn pêk bînin, eniya xwe ya demokratîk pêk bînin. -
YPG: Li Şedadê 6, li Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin
YPG'ê bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li Şedadê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê û diyar kir, di encama bersiva hêzên wan de herî kêm 10 çete hatine kuştin. -
Bayik stratejiya têkoşînê ya dema nû eşkere kir
Bayik diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurd bûye hêvî ji herêmê û hemû mirovahiyê re û şîara serdema nû jî bi vî awayî pênase kir: "Em Xweseriya Demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertiyê û gel teqez bikin." -
HPG: 9 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de, herî kêm 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Daxuyaniya HPG'ê ya li ser teqînên li Sûr û Qoserê
HPG'ê der barê 2 teqînên li navçeya Sûr a Amedê û navçeya Qoser a Mêrdînê de, daxuyanî da.