HPG: 9 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de, herî kêm 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

COLEMÊRG

"Artêşa TC di 13'ê Tebaxê de li bejahiya gundên Qadana, Xiznê, Nêrgula, Ewliya, Dêrik, Garê û Meleyan ên navçeya Colemêrg Şemzînanê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC avêt avêt ser gundan û li malan lêgerîn kir. Heman rojê saet di navbera 23:00-00:00 de balafirên şer bombe li mintiqeya Gostê barandin. Di çarçoveya operasyonê de roja 14'ê Tebaxê leşkeran hewl dan ji 2 baskan ve bikevin nava mintiqeya Gostê. Li ser vê yekê, hêzên me ji 2 baskên cuda ve bi xurtî li hêzên operasyonê xistin. Li vir 5 leşker hatin kuştin. Şerê li vê herêmê hê dewam dike. Artêşa TC her wiha bi helîkopterên bi tîpa Kobra, bi obus, hawan û tankan li herêmê dixe.

Roja 12'ê Tebaxê saet di 05:00 de, hêzên me li hemberî konvoyeke sewqiyata leşkerî ji qereqola Bilican a li navçeya Colemêrg Çelê re dikir, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li maşîneke leşkerî ya bi tîpa Reo xistin. Hêzên me her wiha bi çekên navîn li nizamiyeya qerqolê xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, ji qereqola Bilicanê bi çekên giran gule li derdorê hat reşandin û li herêmê şewat derket.

Li navçeya Çelê, kesê bi navê Çelebî Seven ê ji bo qereqola Bilicanê rê çêdikir, beriya ji niha ji aliyê hêzên me ve hatibû hişyarkirin. 2 kepçeyên vî şexsî yên li şantiyeya li ser rêya Colemêrg-Wanê ji bo qereqolê dixebitin, ji aliyê hêzên me ve hat şewitandin.

ŞIRNEX

Hêzên me roja 13'ê Tebaxê saet di 16:00 de, li hemberî qereqola Îkîzce ya Şirnexê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.

Roja 12'ê Tebaxê, hêzên me bi çekên giran li tabûra Besta ya li Şirnexê xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

13'ê Tebaxê saet di 10:00 de, li ser rêya Elkê ya Şirnexê, hêzên me ajokarê wesayîtekê hişyar kir, lê ji ber ku guh neda vê hişyariyê, gerîlayên me dest danîn ser wesayîteke TEDAŞ'ê.

MÛŞ

Artêşa TC di 12'ê Tebaxê de, li derdora gundên Kaniya Mara, Karapungar, Hinzor, Kiranç, Keranli û Sariç ên navçeya Mûş Gimgimê derket operasyonê. Ev operasyon hê dewam dike.

DERSÎM

13'ê Tebaxê saet di 16:00 de, gerîlayên me li hemberî qereqola Kirmizikopru ya navçeya Dersîm Pîlemûriyê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Li vir leşkerek hat kuştin. Piştre ji qereqolê gule li derdora xwe reşand. Ev çalakî ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin."