Rêwîtiya serketin û azadiya Minbicê

Rizgarkirina Minbicê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû gaveke mezin. Baş e rewş û girîngiya Minbicê çi bû? Pêngav çawa hat amadekirin û bi çi rengî gihaşt vê astê?

Bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyeyê ye, bi 85 kîlometreyan ji Helebê, bi 45 km ji Cerablûsê, bi 65 km ji Kobanê û bi 40 km jî ji El Babê dûr e.

4 navçeyên Minbicê hene. Ev jî: Ebû Qelqel, Ebû Kehef, Meskene û Xefsa ne. Minbic yek ji bajarên mozaîk ên Sûriyeyê ne. Li bajêr Çerkes, Ereb, Tirkmen û Kurd hebûn.

Li bajêr ji sedî 68 Ereb, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Çerkes û ji sedî 2 jî mirovên ji gel û baweriyên din dijiyan.

Gelek mirovan, ev bajar piştî ku di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, nas kirin. Minbic bajarekî bi 30 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye.

Di dema 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de ketini nava bajêr û ev komên çete derxist. Bi vî rengî ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

REWŞA MINBICÊ

Li Minbicê hebûn, jiyan û têkiliyên eşîrî gelekî xurt e. Mîna li Reqqayê, nifûsa Sûnî li Minbicê jî serdest e. Ev nifûsa Ereb a Sûnî bi eşîrên Ereb ên Sûnî yên li rojavayê Iraqê re xwedî têkiliyeke xurt in.

Li Minbicê, mîna li Eyn Îsayê nifûseke mezin a Kurdan hebû. Lê belê nifûsa Kurdan a li herêmê, mîna her serdemê bi rengekî bi rêk û pêk hat helandin.

Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî destpê kir, êrîş û polîtîkayên koçberkirinê yên li hemberî gelê Kurd ê li Minbicê hat meşandin, dijwartir bûn.

Li vî bajarî, hem di dema dagirkeriya komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê, hem jî di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, komkujiyên li hemberî Kurdan zêde bûn û ji bo herêm ji Kurdan bê xalîkirin êrîş hatin kirin.

MINBIC A PIŞTÎ SALA 2011'AN

Di sala 2011'an de li Sûriyeyê gelên daxwaza guhertinê dikirin rabûn ser piyan û li dijî rejîma Baasê dest bi çalakiyan kirin. Piştî ku rejîma Baasê bi xwînxwarî bi ser van çalakiyên gel ve çû, şerê navxweyî rû da.

Komên çete yên xwecihî û biyanî yên di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad de li hev kom bûn, xiyanet li daxwaza guherîn, veguherîn, edalet û azadiyê ya gelên Sûriyeyê kirin û xizmet ji berjewendiyên hêzên navneteweyî kirin.

Ji bi artêşa azad, li qada Sûriyeyê komên çete yên mîna Cephet El Nûsra, DAIŞ, Ehrar El Şam ên El Qaîdeyê peyda bûn. Piştî ku ev kom tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn, şerê navxweyî yê Sûriyeyê lê wer hat, ku derketina ji nav êdî zehmet e.

Komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Artêşa Azad yek bi yek bajarên Sûriyeyê dagir kirin û gelên Sûriyeyê neçarî koçberiyê hiştin. Van komên çete, li bajar, gund, bajarok û gundikên dagir kirin, nêrîna xwe ferz kirin û dest bi zext, talan û îşkenceyê kirin.

Yek ji bajarên ji aliyê van komên çete ve hat dagirkirin Minbic e. Minbic ewilî ji aliyê artêşa azad, piştre ji aliyê Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, herî dawî jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

Di sala 2014'an de, dema DAIŞ'ê Minbic dagir kir, her tişt êdî xerabtir bû.

GIRÎNGIYA MINBICÊ

Minbic bajarekî li bakurrojavayê Sûriyeyê ye. Di navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexdayê yên Iraqê de nuqteyeke stratejîk e ku rêyên bazirganiyê bi hev ve girê dide.

Bajarê Minbicê di navbera Heleb, herêma Şehba, Reqqa, Ezaz û Cerablûsê de nuqteyeke girîng a derbasbûnê ye. Projeyên çandiniyê yên mezin ê li herêmê, bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê ber bi xwe ve kişand.

Bêguman vê rewşê rê li ber guhertina demografiya bajêr vekir. Minbic ji ber vê taybetmendiya xwe ya stratejîk û rewşa xwe ya erdnîgarî, ji bo çeteyên DAIŞ'ê di cihekî di asta jiyanî de girîng bû.

JIYANA BERÎ Û PIŞTÎ DAIŞ'Ê

Beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jiyan li gorî welatên din ên Ereb hinekî cuda bû.

Şêniyên bajêr, di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan diman, park ziyaret dikirin, diçûn kafeyan, mirovan xwarina xwe ya êvarê jin û mêr bi hev re li restorantan dixwarin. Jin û mêr bi hev re diçûn cihên şahiyê. Di xwepêşandanên li dijî rejîma Esad de jî jin û mêr bi hev re amade bûn.

Lê belê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an, dema çeteyên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ketin nava vî bajarî, jiyan guherî. Di navbera salên 2011-2014'an de 'pîvanê şerî' li vê derê serdest bûn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst di sala 2014'an de kontrola bajêr xistin destê xwe, rewşa li bajêr hîn bêhtir nebaş bû.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin, bi gelê herêmê û xebatkarên berê yên hikûmetê ve li gorî xwe 'sîstem'ek ava kir. Di çarçoveya vê sîstemê de li gorî qanûnên xwe yên şerî dadgeh çêkirin.

Li Minbicê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rabûna li ber van pêkanînan an jî protestokirina van, zehmet bû.

Nêzîkatiya li hemberî jinê ya li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, kêm caran di çapemeniyê de xuya kir. Jinên li herêmên ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê a li hemberî jinê raxistin pêş çavan.

Jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. Jin neçarin temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêç e. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha mîna li Reqqayê li Minbicê jî tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirin.

DAMEZRANDINA MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ

Di demeke bi vî rengî de biryar hat dayîn Meclîsa Leşkerî ya Minbicê were avakirin.

Piştî gelek hevdîtinên navbera * Şems El Şemal  * Suwar El Minbic (ŞoreşgerênMinbicê) * Tifaqa Tûgayên Firatê * Tûgayên Cind El Heramên * Yekîtiya Tabûrên Şehîdên Firatê * Liwa El Qewsî * Tirkman El Minbic (Tabûra Tirkmenên Minbicê), Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 2'ê Nîsana 2016'an de li ser Bendava Tişrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dabû xuyakirin, ku tevgera gel a li Sûriyeyê pênc sal li dû xwe hiştiye, lê belê bajarê wan Minbic, her wiha gelek herêmên Helebê ji aliyê hêzên tarî û terora DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced dabû xuyakirin, ku weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew dixwazin mirov û hêzên serî li ber zext û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê netewandine û li hemberî gelên din ên Sûriyeyê şer nekirine, li cem xwe bibînin.

Ebû Emced diyar kiribû, Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes wê tevî gelên din li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin û bajarê xwe yê qedîm Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ DI 1'Ê HEZÎRANÊ DE DESTPÊ KIR

Û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîrana 2015'an de dest bi paqijkirina Minbic û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê kir.

Di daxuyaniya destpêkirina pêngavê de wiha hatibû gotin:

"Ji dema dagirkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ya di 22’ê Çileya 2014’an de û piştî vekişîna hin komên ku navê 'Şoreşgertiyê' li xwe dikirin, gelê me di nava lepên çeteyên DAIŞ`ê de bû hedefa her şêwe tundî, zilm û zordariyê.

Gelê Sûriyeyê û cîhan di vê demê de şahidiya berxwedana zarokên Minbicê û têkoşîna şervanên wê yên rast ku dest ji çeperên berxwedanê yên li eniyên Qereqozaq, Sirîn û bendava Tişrînê bernedane, kirin. Her wiha gelê me yê li bajar jî qebûl nekir ku serî li hemberî hemû hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên şikandina îradeya wan û ferzkirina teslîmiyetê, bitewîne.

Ev bajarê berxwedêr nêzî 2 hezar keç û xortên xwe yên herî jîr, bê teredûd dan. Bajarê Minbicê jî xwedî wê şan û şerfê ye ku tekana bajarê Sûriyeyê yê li hemberî celadên DAIŞ`ê xwepêşandan çêkir.

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê ji raya giştî û gelê me bi hemû pêkhateyên wê re diyar dikin ku êdî dem hatiye ku dagirkeriya DAIŞ’ê bê bidawîkirin, axa Minbicê ji gemariyê bê paqijkirin û hemû şemalên reş û tarî ji ser bajar bên rakirin. Lewma em li ser banga şênî û rûsipiyên herêmê hemleya 'Rizgarkirina Minbicê' di 1'ê Hezîrana 2016`an de didin destpêkirin. Em eşkere dikin ku wê ev hemle heta rizgarkirina bihosta herî dawî ya ji axa Minbic û gundewarên wê dewam bike, şervanên me ev soz dane.

Li ser vê yekê em bang li gelê me yê li bajar dikin ku tedbîrên misogerkirina ewlekariyê bigirin û dûrî navend û cihên çeteyan bisekinin. Ji ber ku ew navend ji bo hêzên me hedefên leşkerî ne. Her wiha ji gel hêvî dikin ku desteka alîkariyê bidin hêzên me. Bi taybet jî em bang li keç û xortên azad ên Minbicê dikin ku tevlî yekîneyên me bibin û şerê DAIŞ’ê bikin û erka xwe ya rizgarkirina bajarê xwe pêk bînin.

Ey zarokên Minbica berxwedêr; hêzên me tên ku we ji pençên DAIŞ`ê rizgar bikin, di nava meclîsa me ya leşkerî de hemû pêkhateyên Minbicê yên ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez hene. Hedefên hêzên me wê tenê çeteyên DAIŞ`ê û kesên ku destê wan di nava xwîna zarokên Minbicê de hene, bin. Armanca me rizgarkirina bajar û gundewarê wê ye. Paşê jî em ê bajêr radestî Meclîsa sivîl a bajar ku ji hemû pêkhateyên bajarê Minbicê ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez pê tê, bikin."