Cenazeyên 3 cangoriyan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên ji Kantona Kobanê şervanên xwe Bêrîtan Jîn (Cîhan Bozan), Rohat Bîr (Rohat Remzî) û Heqî Qerar (Şivan Ebdulrezaq) ên di operesyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.

Girseya gel cenazeyên her sê şervanan ji Nexweşxaneya Leşkerî wergirt û bi karwanek ji wesayîtan bir Goristana Şehîd Dîcle.

Dema girseya gel gihîşt goristanê, merasîmeke bi heybet a li leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo û Endamê TEV-DEMꞌê Ehmed Şêxo axivîn. Ji bo malbatên şehîdan sersaxî hate xwestin û girîngiya dewamkirina berxwedanê vegotin.

Piştî axaftinan, nasnameyên her sê şervanan hatin eşkerekirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her sê şervanan li ber tilîliyên dayikan û qirîna dirûşma "Şehîd Namirin" hatin veşartin.