BI DÎMEN

Nûçegihanên Başûrî: Ku bêdengî bidome, em ê zêdetir werin kuştin!

Nûçegihanên Başûr Kurdistanê têkildarî kuştina Wedat Hisên Elî, nûçegihanê Rojnewsê axivîn. Hevpîşeyên Hisên diyar kirin, divê li hemberî qetilkirina Wedat kes bêdeng nemîne, ku ev were kirin ew ê zêdetir werin kuştin.

Nûçegihanan gotin, kuştina nûçegihanê Rojnewsê ne bûyerekê ji rêzê ye û diyarkirin, ji bo rasteqîniya tarî ya li pişt vê bûyerê were diyarkirin divê nûçegihan rêxistinbûyina xwe ya pîşeyî xurt bikin.

AKO HEMÎD: HIKÛMET DIVÊ ZEXTÊ BIKE

Ako Hemîd: ‘’Mixabin ku di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê pênûsên azad têne şikandin. Ji bo lêkolana bûyerên bi vî rengî divê êdî komîsyonek were avakirin. Naxwe ev bûyerên bi vî teşeyî wê her berdewam bin. Hikûmeta herêmê û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo vî destê veşartî derxînin holê divê bi giringî li ser vê meselê bisekinin. Bê guman girîng e ku mirov helwesta xwe li hemberî bûyerên wiha nîşan bide, lê belê ev bi tena serê xwe çareseriyê pêk nayîne. Kuştinên wiha sicîla Başûrê Kurdistanê jî dilewitînin. Em wêneyekî wiha yê Kurdistanê ku nûçegihan lê têne kuştin qebûl nakin. Ku ev bêdengî bidome kuştinên wiha wê zêdetir bibin. Ji bo vê jî, li hemberî kuştinên bi vî rengî nûçegihan divê rêxistinbûyina xwe ya pîşeyî xurt bikin. Bi rêya van rêxistinan li ser hikûmeta herêmê ji bo ku kiryar diyar bibin divê zext werin kirin. Partiyên siyasî di vê babetê de divê xwedan helwesteke zelal bin.’’

SÎRWAN RÊBIWAR: ROJNAMEVAN DI DÎKTATORIYAN DE TÊNE KUŞTIN

Sîrwan Rêbiwar: ‘’Rojnamevanî karekî pîroz e. Hemû yasayên li dinyayê difermînin ku ji nûçegihanî û nûçegihanan re hurmetdar bin. Lê pratîk cihê ye; wekî ji bo nûçegihaniyê û nûçegihanan wiha tê gotin, naxwe divê her kes li pêşberî vî pîşeyî peywira xwe bi cih bîne. Nûçegihan di rêveberiyên dij demokratîk de, di dîktatoriyan de têne kuştin. Ji ber ku pergalên bi vî rengî ne dilxwaz in ku rastî derkeve holê û hişkere bibe. Mixabin ku nûçegihan Wedat Hisên jî bi vê armancê hatiye kuştin. Lê nah eke berpirsyariya hikûmetê, rêveberiyê di vir de nebe di zûtirîn katê de divê lêkolîna vê were kirin û encamên wê ji bo raya giştî werin ragihandin.’’
 
HAWAR FARIS: JI BER KU HIŞMENDÎ NEGUHERIYE KUŞTIN DIDOMIN

Hawar Faris: ‘’Heya niha gelek rojnamevan hatin kuştin û ji bo ku kujer nehatin ditin bûyerên vî awayî dom kirin. Kujerên Soran Mamaheme, Kawa Germîyanî, Armanc bihae derxistin îro wê Wedat Hisên Elî nehata kuştin. Li Başûrê Kurdistanê heya ku hişmendiya heyî û siyaseta heyî domdar be bûyerên bi vî rengî wê werin jiyîn. Ji bo dawî li van tiştan were divê hişmendî biguhere û hemû kujerên rojnamevanên hatine kuştin divê werin dîtin.