Meclîsa Jinên Şengalê: Li Şengalê bi sedan Egîd hene

Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê bi boneya 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ew bi ruhê Egîdan hatine rizgarkirin. Jinên Şengalî destnîşan kirin, ku li Şengalê îro bi sedan Egîd hene.

Bi wesîleya 32. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê li çiyayê Şengalê daxuniyek da çapemeniyê.

Daxuyani ji aliyê Dayê Neam ve hate xwendin. Dayê Neam got: "Îro roj roja vejinê ye, vejîna gelê Kurd û civaka Êzidiyan e. Em hemû şehîdên şoreşê, yên fermanê û Êzidîxanê bi bîr tinin."

Dayê Neam destnîşan kir, divê cîhan hemû zanibe îro bi mîlyonan şodarên rêya Egîdin, bi hezaran keç û ciwanan çeka wî hildane ser milan û li her cihî ji bo azadî û wekheviyê şer dikin. Dayê Neam wiha pêde çû: "Îro bi sedan Egîdên nû li çiyayê Şengalê tên perwerdekirin. Kesên bi rastî jî azadiyê dixwazin, divê rê û doza Egîd û ruhê 15'ê Tebaxê bişopînin."

Dayê Neam da xuyakirin, ku îro cejn e, cejna vejînê ye û ew vê rojê pîroz dikin. Dayê Neam got, "Bi saya şervanên Egîd em ji fermanê xilas bûn. Bi ruhê wî em hatin rizagrkirin. Bi Egîdan me xwe û fikrê PKK'ê nas kir."

Dayê Neam di dawiya axaftina xwe de got, "Wê civaka me ya Êzidî jî mîna hemû cîhanê azad bibe û mafên xwe bi dest bixe. Bi ruhê Egîdan Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Em rizgarkirina Minbicê li mirovahiyê û gerîlayên li çiyayê Azad pîroz dikin."

...