'Heta DAIŞ biqelihe, wê operasyona me dewam bike'
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Operasyona me ya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, heta ku çeteyên DAIŞ'ê ji temamiya herêma me biqelihe, wê dewam bike.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Operasyona me ya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, heta ku çeteyên DAIŞ'ê ji temamiya herêma me biqelihe, wê dewam bike.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê spasiya hemû hêzên tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne kir û bajar radestî Meclîsa Sivîl a Bajêr kir. Meclîsa Leşkerî da xuyakirin ku operasyonên wan wê li başûr û rojhilatê Minbicê dewam bikin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo encamên 75 rojan ên Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ragihîne, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di civîna çapemeniyê de Konseya Fermandaran a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Minbicê û malbata Şehîd Fermandar Ebû Leyla amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di nava aloziya Sûriyeyê û tevlîheviya giştî ku çareseriya rasterast ne xuya ne, gelek tehdîd li ser civaka Sûriyeyê hene. Ev tehdîd civakê ber bi ketineke exlaqî ve dibe û welat bûye mîna wargeheke êş û derdan.
Ji hundirê rewşa bê çaretiyê ku li ser gelê me hatiye ferzkirin, pêngava dîrokî ya mezin a rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê hate destpêkirin. Vê yekê di zûtirîn dem de karîbû dijminê mirovahiyê yê yekemîn û xeternak 'DAIŞ a terorîst' li keleheke wê ya bingehîn bifetisîne. Ev der di nava herêmên di bin destê wê û herêmên cîhanê de ji bo DAIŞ’ê bubû navenda çûn û hatinê ango birin û anînê.
75 roj ji berxwedanî, lehengî, kedkarî û şehadetê. Di van rojan de me bi sedan ji zarokên vî gelî yên herî bi baş, jin û mêr û di serî de Fermandar Ebû Leyla ku bûye sembola berxwedaniya şoreşgerî, daye.
Berxwedaniya efsaneyî ya Ebû Leyla û hevalên wî hişt ku em bajarê xwe Minbicê rizgar bikin. Ev bajar dibe sembola jiyana aştiyane ya di navbera pêkhate û beşên civakê de, her wiha dibe wêneyekî biçûk û nimûneya Sûriyeya pêşerojê ya piralî, demokratîk, hevpar û azad. Operasyona hetanî irzgarkirina hemû herêmên di bin destê DAIŞ’a terorîst de dewam dike.
Em hemû kesên ku piştgirî dan gelê me di rêya wî ya ber bi serketina li dijî DAIŞ’ê de bi taybet hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi serkêşiya Amerîkayê, silav dikin.
Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bêyî navber û bêyî teredud şehîd û cangoriyên pir mezin di şerê jiyan û mirinê de yê ber bi avakirina welatê hevpar de daye, spas dikin.
Em Asayîşa Rojava jî li ser helwesta wê ya wêrek û bi şeref li rex gelê me di şerê rizgarkirina Minbicê de silav dikin.
Li vir divê em peyamên spasiyê bidin şervanên jin ên azadiyê ku di şerê rizgariyê de destan neqişandin û li rex gelê me sekneke serbilind û serfiraz sekinîn, bidin. Ji vê helwesta bi rûmet zêdetir tiştekî ku nîşaneyê bidin tune ye. Wan di şerê gelê Minbicê yê xelasiya ji hovîtiya DAIŞ’ê de helwesta xwe nîşan da. Mînaka vê yekê jî fermandara fedayî Koçber ku çalakiyeke bi bandor lidar xist e.
Em spasiyên xwe pêşkêşî Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê dikin ku tevî êş û azarên gelê Şengalê jî bi israr beşdarî vê berxwedaniya rizgariyê bûn û ji me re biratiya gelan îsbat kir û me fêrî yek helwestê û yek çarenûsê kir.
Em her wiha spasiya Hêzên Erka Xweparasatinê û Hêzên Parastina Civakî û Parazvanên Sînoran ku destek dane me jî dikin.
Li vir divê em spasdarên şervanên navneteweyî ku beşdarî operasyonê bûn û ev şer wekî şerê mirovahiyê yê li dijî DAIŞ’ê dîtin û şehîd jî dan, in.
Spasiyên me ji bo rêveberî û gelê Kobanê jî ku nanê xwe bi Minbiciyan re parve kirin, hene. Wan di vê êşê de gelê Mibnicê bi tenê nehiştin.
Gelê Minbicê jî bi zarokên xwe yê şervan re bû alîkar û destek da. Bi taybet jina Minbicî bi xwe berxwedanî, şer û xweragiriya xwe ya li dijî DAIŞ’ê îsbat kir ku ew di warê parastina nirxên resen de xwedî roleke girîng e. Ev operasyon jî wekî operasyona rizgarkirina jina Minbicî ya berxwedêr e.
Bi vê boneyê em bang li tevahiya welatiyên Mibnicê bi Kurd, Ereb, Çerkes, Turkmen û Ermeniyên wê yên koçberî Kobanê, Cizîrê, Tirkiye û Iraqê bûne dikin ku vegerin bajarê xwe yê azad û beşdarî avakirin û rêveberiya bajarê xwe bibin.
Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Mibnicê em ji niha ve rêveberiya bajarê Mibnicê û gundewarê wê radestî rêveberiya sivîl dikin û ji kesên welatparêz, niştîmanperwer û azadîxwaz dixwazin ku tevlî vê rêveberiyê bibin. Em jî di vê çarçoveyê de çi ji destê me were em ê alîkariyê bidin.
Meclîsa me wê parastvanê bajarê Mibnicê û gundewarê wê ji xeteriyan bimîne. Di vê çarçoveyê de em bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin ku di warê xebatên parastinê de piştgiriya me bike û alîkariyê bide. Parastina bajarê Minbicê û gundewarê wê peywira me ya sereke û bingehîn e.
Bajarê Minbicê û hin gundewarê wê hatiye rizgarkirin, lê li derdora wê firehiyên mezin ku bi dehan gund û navendên neştecihbûnê tê de hene ku dikeve başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hê jî bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne. Ji ber vê yekê em dibêjin ku Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla hetanî rizgarkirina tevahiya xaka me ji DAIŞ’ê wê dewam bike. Em nikarin guhê xwe li banga xwişk û birayên me ku dixwazin em wan ji zordarî û hovîtiya DAIŞ’ê xelas bikin, bigrin.
Di vê qonaxa hanê de em bêyî navber rizgarkirina gundewarê Minbicê dewam bikin da ku em derbeya dawî li DAIŞ’ê bidin û ber bi avakirina Sûriyeke pir alî û yekbûyî ve biçin."