BI DÎMEN

'Em ê bi ruhê Egîdan şer bikin'

Gerîlayên HPG'ê, di salvegera 32. de Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an nirxandin û destnîşan kirin, ku ew ê şerê xwe bi ruhê Egîdan bidomînin.

Bi wesîleya Cejna Vejînê gerîlayên HPG'ê Xeyrî Mêrdîn û Kanî Efrîn ji ANF'ê re axivîn.

Xeyrî Mêrdîn da xuyakirin, ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê û got, "Divê dijmin baş zanibe, heta ku Rêber Apo azad bibe wê ciwanên urd bi ruhê Egîdan, Zîlan, Bêrîvan û Bêrîtanan li van çiyayan şer bikin."

KURDAN DI SALA 1984'AN DE ZINCÎRA KOLEDARIYÊ QETANDIN

Gerîlayê HPG'ê Xeyrî Mêrdîn got, "Bi wesîleya 15'ê Tebaxê em li pêşberî bîranînên hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi rêzdarî bejna xwe ditewînin" û wiha dewam kir: "Di berxwedana bi heybet a 15'ê Tebaxê de, fîşeka esasî li koledariyê hat xistin. Ew fîşek di heman demê de li mejiyê Kurdan ê bi sedan salan kole bû hat xistin. Ji bo em bên ser xwe, ew çalakî hat lidarxistin. Li aliyê din, gerîlayên Kurd bi çalakiyên xwe bersiv dan ku dewleta Tirk nema dikare li Kurdistanê serdest be. Di nava şert û mercên dijwar de, kesî bawer nedikir çend ciwanên Kurd wê derkevin çiyê û li dijî dewleta Tirk şer bikin. Lê belê ciwanên Kurd, gerîlayên Kurd di sala 1984'a de ew zincîra koledariyê qetand û eger me xwe gihandibin van rojan, ev yek bi saya ked û têkoşîna wan hevrêyên me pêk hat."

ÎRO BI MÎLYONAN EGÎD DERKETIN HOLÊ

Mêrdîn da zanîn, ku bi saya pêngava 15'ê Tebaxê îro li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke xurt tê meşandin û got, "Li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê, dijmin ji bo qedandina Kurdan çi ji dest dihat dikir. Lê belê jin û ciwanên Kurd li hemberî her şêwe zehmetiyan, li çiyayên Kurdistanê jiyan afirandin. Û di şexsê fermandar hevrê Egîd de roj bi roj ciwan û jinên Kurd derketin serê çiyê û li çiyê şer kirin. Ev yek jî destketiyên 15'ê Tebaxê bû. Dijmin digot, 300-500 kes in em ê wan biqedînin. Lê belê îro bi mîlyonan Egîd hene. Artêşên Egîdan ava bûn. Hêzên Parastina Gel ava bûn. Bila dijmin vê baş fêm bike; ciwanên Kurd heta ku Rêber Apo azad bibe, wê bi ruhê Egîdan, Zîlanan, Bêrîvanan, Bêrîtanan li van çiyan bin."

YÊ DAIŞ'Ê DIDE ŞERKIRIN, TAYYÎP ERDOGAN E

Mêrdîn wiha dewam kir: "Ruhê 15'ê Tebaxê Kobanê rizgar kir, hemû çiyayên Kurdistanê rizgar kir. Bi wesîleya 15'ê Tebaxê, îro Minbic hat rizgarkirin. Ji aliyê esasî ve ti cudahî di navbera faşîzma DAIŞ'ê û TC'ê de nîne. Li Rojhilata Navîn, yê DAIŞ derxist holê û bi taybetî li hemberî Kurdan da şerkirin di serî de Recep Tayyîp Erdogan e. Îro jî li çiyayên Kurdistanê, li dest û bajaran bi ruhê Egîdan em şer dikin, hevrêyên me şer dikin. Û ew nasnameya Kurd, erdnîgariya Kurdistanê ku ew înkar dikin, em gav bi gav azad dikin. Gerîlayên bi ruhê Egîdan li çiyê şer dikin, gav bi gav xaka welêt rizgar dikin û em vê yekê diyarî hevrêyên xwe yên şehîd dikin. Li van çiyayan, em bi ruhê Egîdan, Kemalan, Mazlûman dijîn û têdikoşin.

Eger îro li Sûrê, li Cizîrê, li Geverê, li Farqînê, Hezexê, Dêrikê ciwanên Kurd sîng bi sîng li dijî TC şer dike, ev ked û lehengiya hevrêyên Egîdan e. Xeta wan a têkoşînê ye. Em jî hemû şehîdên meha 15'ê Tebaxê bibîr tînin."

YÊ WINDA BIKIN WÊ T.C. BE

Mêrdîn herî dawî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve em ji Rêber Apo agahiyê nagirin. Divê TC di dema herî nêz de bihêle ku malbat û parêzer bi Rêberê me re hevdîtinê bike. Eger ev nebe, yê winda bike wê TC be. Em heta niha bi şer gihaştine van rojan. Ji bo nasnameya xwe, ji bo ax û azadiya xwe em têdikoşin û mafdar in. Yê ku heta roja îro winda kiriye, timî TC, faşîzm bû. Li Rojhilata Navîn jî wê faşîzm têk biçe. Îro li Kobanê, Minbicê, li Başûrê Kurdistanê bi sed hezaran Egîd hene û bi ruhê Egîdan şer dikin û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Em li pêşberî bîranîna şehîdên 15'ê Tebaxê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, em ê dilsozê bîranîna wan bin."

NE TENÊ JI BO GELÊ KURD E

Gerîlayê HPG'ê Kanî Efrîn jî bi gotina "Ez pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn û hemû hevrêyên têkoşer pîroz dikim" dest bi axaftina xwe kir û wiha dewam kir: "15'ê Tebaxê ji bo me weke rojeke jinûve vejînkirinê ye. Ji ber fîşeka di destpêkê de ji aliyê fermandarê giştî hevrê Egîd li hemberî dijmin hat teqandin, ji bo hişyarkirina gelê Kurd bû. Her wiha fîşeka destpêkê şikandina hêviyên dagirkeran bû. Ji ber vê yekê, Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo me xwedî girîngiyeke cuda ye. Pêngava 15'ê Tebaxê li pêşiya gelek cureyên qirkirin û înkarê bûye asteng. Xeyalên dijmin bi carekê ve şikand. Pêngava 15'ê Tebaxê hêvî û baweriya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn a bi sedan salan ku bawer nedikirin wê bibin xwedî hêzek, ku karibin bi ziman û îradeya xwe bilêv bikin, ev jî hêviyek e. Wekî din Pêngava 15'ê Tebaxê rewşa gelê Kurd a bindestiyê, ku li ber mirinê bû, ji holê rakir. Kurd hişyar kir, ji xewa mirinê hişyar kir. Û dan ser rêya ronahiya azadiyê. 

Bêguman gelê Kurd îro bi vê xewn û xeyalê bi salan dijî. Bûye xwedî îrade, êdî cîhan li ser daxive. Bûye xwedî hêzek ku her kes heybetê jê bigire. Li hemberî dagirkeriya dijmin bûye xwedî ziman, ku hebûna xwe destnîşan bike. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne, wê ti carî neşikên û Lozana duyemîn li ser wan neyê meşandin. Wê ti carî teslîmkariyê qebûl neke û wê bibe Kurdên bersivê dide hemû êrîşan. Pêngava 15'ê Tebaxê êdî bûye nasnameya ji Artêşa Rizgariya Neteweya Gelê Kurdistan, ku niha HPG ye û li çar aliyên Kurdistanê bi cih bûye û bi rengekî bêhempa têdikoşe. Bûye ku her welatek jê re hesaban dike. Û dizanin ku ev hêz hêzeke ti carî nikare bê şikandin û wê ti carî xeyala gelê xwe binpê neke. 15'ê Tebaxê rê li ber dîrokeke destanan û fedekariyê vekir. Bêguman ev dîrok wê gav bi gav bi pêş bikeve û bi heybetir be û li gelemperiya cîhanê deng vede. Her hevalek ku beşdarî nava refên gerîla dibe, soz didin ku wê heta dawiyê rêya fermandarê mezin hevrê Egîd bişopînin û layiqî vê artêşa li cîhanê bêhempa ye, bibe. 

Ji fîşeka destpêkê ya hat teqandin, ne tenê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, îro tê dîtin ku tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhan jê feydê dibînin. Û ji bo xwe weke hişyariyekê dibînin. Gelên xwe nas nekirin, di vê rojê de berê xwe da rêya xwenaskirinê. Lewma ne tenê keç û xortên Kurdan beşdarî nava hêza me ya gerîla bûne. Ji her netewe û welatan tevlîbûn heye. Yên tevlî dibin jî, hêvî, bawerî û xeyala xwe di nava vê têkoşînê de dibînin. Ji ber vê yekê tevlîbûn roj bi roj zêde dibe. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşî û rûmetê ye."

Efrîn der barê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya divê li dijî vê bê kirin de ev nirxandin kir:

"Îro îradeya gelê Kurd di zîndanê de ye. Nasnameya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di zîndanê de ye. Li Îmraliyê çi bi serê Serokatî ve hatiye, heman tişt bi serê gelê Kurd ve hatiye. Ji jehrkirin û îşkenceyê û heta tecrîda niha, hemû li hemberî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn tên kirin. Ji ber vê yekê divê em bi ruhê 15'ê Tebaxê bijîn û rojek berî rojekê pêngavên nû bafirînin. Hîn bi hêztir van gavan bavêjin, ku dijmin biheje.  Ku dijmin biçe ber lingê Serok Apo, lêborîna xwe bixwaze û Serok Apo jî azad bibe. Tenê hevdîtin nabe. Divê dirûşmeya me jî 'Azadiya Rêber Apo, xweseriya Kurd û Kurdistanê be'. Dijmin ti carî ranazê, bi rehm tevnagere û wê her biçe hovtir bibe. Wê ti wijdanê mirovahiyê bi xwe re nehêle, bêguman nehiştiye. Îro ji bo me, weke gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn derfetên mezin derketine holê. Bi vê tecrûbeyê mirov dikarin bi dehan salan van derfetan baş binirxînin û bi kar bînin. Dijmin ji her demê bêhtir qels e, xwedî gelek nakokiyên hundirîn e. Ji aliyê aborî heta siyasî û leşkerî, heta ji aliyê exlaq û çandê ve îflas kiriye, qels bûye, bêçare bûye. Ji ber vê yekê, pêwîste em bi giştî weke hêzeke ji gel û gerîla, bi wî ruhî tevbigerin. Gelê me jî dikare bi her awayî di nava şerê gel ê şoreşgerî de cih bigire û têkoşînê xurtir bike. Û em bi hev re Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo azad bikin û di nava deşta Amedê de bigihêjin hev û pîrozbahiya azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê pêk bînin. Pêngava 15'ê Tebaxê li her kesî pîroz dikim."