BI DÎMEN

Şervanê azadiyê yê Minbicê li Kerkûkê hate bibîranîn

Komîteya Şehîdên Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê ji bo Şervanê YPG’ê yê ji Başûrê Kurdistanê Bahaddîn Hamîd (Fîraz Kardox) yê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, merasîmek bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Îbrahîm Mihemed Emîn, ji fermandarên YJA-Starê ya li Kerkûkê Berîtan Rûken, Hevseroka Tevgera Azadî ya li Hewlêrê Semîra Hemed Emîn û Endamê Tevgera Ciwanan Şiyar Hesen bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşîna Hamîd derkevin.

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Îbrahîm Mihemed Emîn anî ziman ku “Xwîna gerîla, şervan û pêşmergeyan ên têkoşîna azadiyê dimeşînin ji bo heman armancan di nav hev de herîkiye” û bang li her kesî kir ku seknek li gor vê nîşan bidin.

Emîn bal kişand ku şerê îro tê meşandin, şerê hebûn û nebûnê ye, wiha dom kir; “Îro têkoşîna li Rojava êdî sînorên Kurdistanê derbas kiriye, gihiştiye wê merheleyê ku qedera Rojhilata Navîn bandor dike. Lewre jî hêzên li wir têdikoşin, bûne hêviya tevahî herêmê.”

Fermandara YJA-Starê ya li Kerkûkê Berîtan Rûken jî destnîşan kir ku bi saya Hamîd û hevalên wan ên têkoşêr ve Minbic hatiye rizgarkirin, got; “Hamîd, bêyî bikeve fikara ti berjewendiyan tevlî şoreşa Rojava bû.”

Hevseroka Tevgera Azadî ya li Hewlêrê Semîra Hemed Emîn û Endamê Tevgera Ciwanan Şiyar Hesen bal kişandin ku sîstema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêviya rizgariyê, lewre jî gelek mirovên ji Kurdistanê, herêmê û cîhanê tevlî vê şoreşê dibin.

Bahaddîn Hamîd (Fîraz Kardox), 3’yê Tebaxê di şerê rizgarkirina Minbicê de gihişt şehadetê. Piştî 10’ê Tebaxê ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin, hêzên asayîşa Dihokê yên girêdayî PDK’ê êrîşî girseya gel a xwedî li cenaze derketin kirin, cenaze ji wan wergirtin û piştre jî bi merasîmeke ku tenê malbat tevlîbûyî ve spartin axê.

Hamîd ku berê di nav PDK’ê de pêşmergeyekî payebilind bû, ji sala 2011’an û vir ve li Swêdê jiyana xwe didomand. Hamîd ê zewacî ye û bavê 2 zarokan e, beriya 4 mehan tevlî refên Şoreşa Rojava bibû.

 

...