KCK’ê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got; ‘’Em bang li hemû hêzên azadiyê û demokrasiyê dikin ku bi mebesta jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn pêk bînin, eniya xwe ya demokratîk pêk bînin û têkoşînê geş û gur bikin.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvgera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da.
KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser wê ku pêngava mezin a gerîla ya 15’ê Tebaxê ku li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn bandora xwe li ser jiyana civakî û dîroka siyasî kiriye, ketiye sala xwe ya 33. de û wiha hate gotin, ‘’Di salvegera 32. de em di şexsê fermandarê vê pêngava mezin Mehsûm Korkmaz de, hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin û dsn dixûn ku em bêrîkirina wan; azadkirina Kurdistanê û Rojhilata Navîn a demokratîk bi serkeftinê tacîdar bikin. Em careke dî diyar dikin, di van 32 salan de ku çawa hatiye nîşandan xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo, bi azwerî û rihê azadiyê yên şehîdan têk neçûyî ye, ji niha û şûn de ev ê ji bo dost û dijminan were nîşandan.’’
‘GULEYA PÊŞÎ NE TENÊ LI DEWLETA TIRK A QIRKER LÊ HER WIHA LI PAŞVERÛTIYA ROJHILATA NAVÎN Û HÊZÊN EMPERYALÎST JÎ KETIYE’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’15’ê Tebaxê li Dihê û Şemzînanê gule tenê li dewleta Tirk a qirker neketiye; li hemû mêtingerên qirker ên herêmê, li parşverûtiya Rojhilata Navîn û hêzên emperyalîst ketiye ku xwe dispêrên ser vê’’ û bi berdewamî, ‘’Ji ber ku pergala sedsala 20’an a Rojhilat Navîn ku li ser qirkirina Kurdan ava bûye, li gel hêzên nîjatperest û şowenî yên herêmê, bi hêzên emperyalîst, kapîtalîst hatiye avakirin û heya roja me ya îro, li ser vê têkiliyê hewl hatiye dayin ku ev pergal were domdarkirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya Gerîla di heman demê de li hemberî vê pergala qirker û mêtinger a Rojhilata Navîn pêk hatiye. Têkoşîna 32 salî ya ku di xeta Rêber Apo de tê dayin, ev pergala Rojhilata Navîn ya ku di sedsala 20. de ava bûye û pergala netew-dewletê ya ku xwe dispêriyê ji hev bela wela kiriye; kiriye ku îro rewşeke siyasî ya ku gelên Rojhilata Navîn di nav jiyaneke aştî û azad de bijîn, ava kiriye. Êdî rasteqîniyeke Kurd û Kurdistanê ya wiha derketiye holê ku ne dewletên herêmê û ne jî hêzên navdewletî nikarin pergaleke ku xwe li ser înkar û qirkirina Kurdan ava kirî, pêk bînin. Di serî de Tirkiye, her çiqasî hêzên siyasî yên ku dixwazin mêtingeriya qirker a li ser hişmendiya netew-dewletê bidomînin hebin jî, dawî li vê hişmendiyê û pergala wê ya siyasî ya ku ew pêşbiniya wê dikin, hatiye. Mêtingeriya qirker çi qasî li ber xwe bide jî, çi qasî êrîşkar bibe jî, li hemberî azwerî û rihê 15’ê Tebaxê neçarî têkçûnê ye û wê nikaribe xwe ji vê têkçûnê xilas bike.’’
‘RUHÊ SERKEFTIN Û FEDAYÎBÛNÊ AVAKIRIN’
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de balkişand ser van xûsûsan:
“Rûhê 15’ê Tebaxê yê ku bi azadiyê hilbûyî geş û rastiya qeheremantiya gelê derxist holê. Her wiha ruhê Hevserokê Meclîsa Gel û endamê Meclîsa gel a berxwedana xwerêveberiyê yê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û şehîdên din ên xwerêveberiya gel ruhê nû yê gel temsîl dikin. di rêya fermandarên ku bi rûhê 15'ê Tebaxê Çiyager, Berfîn, Xebatkar, Axîn û Îslam, Mahsûm Korkmaz û hemû şehîdan de rûhê fedayîbûn û serkeftinê azadiya pêşeroja gelê me xistin ewlekariyê.
Pêngava 15’ê Tebaxê, 32 salan serkeftina gel, serkeftina milîtantiyê ava kir, ne tenê ji bo azadiya Kurdistanê û jiyana demokratîk, hatiye wê rewşê ku ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn jiyana demokratîk ava bike. Şoreşên siyasî, demokratîk, çandî ,civakî û netewî yên ku li Kurdistanê tên kirin, îro bûye sedem ku ji bo gelê Kurd di rojhilata Navîn de bi awayekî azad bijî û jiyan bike, gel bûye pêşeng. Ev têkoşîn wê di Vejîna xwe ya 33. de hê zêdetir di pêngava azadiyê de pêş bikeve, wê ji bo gelê me û hemû gelên din jiyanekî azad û demokratîk ava bike, ji bo xûrtkirin û xwedîlêderketinê wê rolekî mezin bilîze.
Azadikirina Minbic û şoreşa Rojava û yek ji encamên li tevahî Rojava û gelemperiya Sûriyeyê bi xwe re anî pêngava Vejîna 15’ê Tebaxê ye. Pêngava 15’ê Tebaxê û rûhê azadiyê yê bi xwe re avakirî, li ser Kurdên ku li sînorên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de dijîn, bûye pêngava Rojhilata Navîn û rûhê pêngavê.
Di 32. Salvegera Vejîna 15’ê Tebaxê de, azadkirina Minbicê pêkhateyên gelên mîna Ereb, Kurd, Tirkmen, Çeçen, Asûrî-Sûryanî, Keldanî û Ermenî yên li ser xaka Sûriyeyê dijîn; civakên Sunî, Elewî, Xiristiyan û Durzî pîroz dikin; em bi hêviya ku azadkirina Minbicê bibe wesîleya li Sûriyeyê rûhê demokratîkbûnê bingeh bigire. Hemû şehîdên ku di azadkirina pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd ketine bejna xwe li ber ditewînin û minetdar in. Ji bo hemû gaziyan jî şifaya xêrê dixwazin.
Em di wê baweriyê de ne Gelê Kurd û Hemû gelên li Rojhilata Navîn ku bi rûhê 15’ê Tebaxê birêve diçin, wê teqez bigihijin jiyana azad û demoktatîk; li ser vî bingehî bang li hemû hêzên demokratîk û azadiyê dikin heta ku ji gelên Rojhilata Navîn re azadî û demokrasiyê ava bikin li eniya demokratîk têkoşînê bilind bikin.”