YPG: Li Şedadê 6, li Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin
YPG'ê bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li Şedadê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê û diyar kir, di encama bersiva hêzên wan de herî kêm 10 çete hatine kuştin.
YPG'ê bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li Şedadê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê û diyar kir, di encama bersiva hêzên wan de herî kêm 10 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê, li ser êrîşên dawî komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
LI ŞEDADÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir, çeteyAên DAIŞ'ê di 12 û 13'ê Tebaxê de li dijî gundê Azawî yê Şedadê bi çekên giran û topên hawanê 4 êrîşên cuda pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî van êrîşan hêzên me 14'ê Tebaxê saet 04.00’an de li dijî komên çeteyan ên êrîş kirin operasyonek pêk anîn. Di encama operasyonê de maşînek çeteyan a doçka li ser hat rûxandin û 2 çeteyên di maşîne de hatin kuştin. Li aliyê gundê Malha jî 4 çete hatin kuştin."
LI ŞÊX MEQSÛDÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat ragihandin, êrîşên komên çete yên ser bi qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin û ev agahî hat dayîn:
"Komên çeteyan di 12 û 13'ê Tebaxê de ji aliyê Mesbeh ve 3 caran êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin. Piştî bersiv dayinê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de bi qasî hat zelal kirin 4 çete hatin kuştin. Li ser rêya Cendol jî maşînekî leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a di vê şerî de nehat zelal kirin.
14'ê Tebaxê danê sibehê çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Kurdîşan ê li başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya Kobanê. Di heman demê de di nava çeteyan de teqînekî mezin rû da. Der barê sedem û encama teqîne de agahiyên zelal nehat bi dest xistin."