'Wan jiyan li me herimand, we jî jiyana wan herimand'

Sivîlên li taxa El Siribê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, minetdarê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne.

Sivîlên ku di roja dawî ya pêngava rizgarkirina Minbicê de li taax El Siribê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin û bi operasyona şervanên azadiyê hatin rizgarkirin gotin, "Wan jiyan li me herimandibûn, we jî jiyan li wan herimand." Sivîlan spasiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de, di nava 73 rojan de ji navenad bajêr, gund û gundikan bi qasî 200 hezar sivîlên ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin û weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, rizgar kirin.

Pêngava rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, di roja 73. de bi serketinê qediya.

Di roja dawî ya pêngavê de, çeteyên DAIŞ'ê li taxa Siribê bi sedan sivîl dîl girtibûn û weke mertalên zindî bi kar danîn.

Weke ku tê zanîn, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di operasyona dawî ya li taxa El Siribê de bi sedan sivîlên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî bûn, rizgar kiribûn û serketina xwe ragihandibûn.

Sivîlên ji taxa El Siribê hatin rizgarkirin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ber bi herêmên ewle ve hatin şandin.

Ev sivîlên ji taxa El Siribê hatin rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn.

JI BER KU BI TENÊ RÛYÊ MIN VEKIRÎBÛ, QEMÇÎ LI MIN Û EWLADÊN MIN XISTIN

Xatûn Ehmed a ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê di nava 3 salan li wan kirin. Xatûn Ehmed diyar kir, ji ber ku bi tenê rûyê wê vekirî bû, çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavên wê bi qasî 2 hefteyan qemçî li 3 ewladên wê dan.

Xatûn Ehmed da zanîn, çeteyan her wiha qemçî li wê jî dan û anî ziman, ku çeteyan piştî qemçîkirinê ew birine cihekî nediyar û piştî mehekê serbest berdane.

Xatûn Ehmed ragihand, beriya destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê wan gelek caran bang li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirine ji bo bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike û bibîr xist, meclîsê bersiv da banga gel û di 1'ê Hezîranê de dest bi pêngava rizgarkirinê kir.

Xatûn Ehmed, spasiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir, ku ew ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û got, gelê Minbicê êdî wê li bajarekî azad bi rengekî azad û wekhev bijî.

GELÊ MINBICÊ WÊ TI CARÎ DOST Û DIJMINÊ XWE JI BÎR NEKE

Sivîleke din a ji aliyê şervanan ve li taxa El Siribê hatiye rizgarkirin Amîna Hesen e. Amîna Hesen jî bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê û da zanîn, piştî pêngavê destpê kir, çeteyan sivîl weke mertalên zindî ji xwe re bi kar danîn.

Amîna Hesen diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê mirovên ne ji xwe, bi dijberî, ajantî û hevkariyê sûcdar dikirin û di her qonaxa pêngavê de sivîl qetil dikirin an jî heps dikirin. Amîna Hesen destnîşan kir, ku gelê Minbicê wê dost û dijminê xwe ti carî ji bîr neke.

Amîna Hesen herî dawî spasiya şervanên azadiyê kir, ku Minbic ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kirin.

...