Civaka Êzidî komkujiyên 2007 û 2014'an ji bîr nekir
Bi munasebeta 9. salvegera komkujiya gundê Siba Şêx Xidir û Til Ezer, her wiha 2. salvegera komkujiya gundê Koço, li çiyayê Şengalê merasîmek bîranîna qurbaniyan hat lidarxistin.
Bi munasebeta 9. salvegera komkujiya gundê Siba Şêx Xidir û Til Ezer, her wiha 2. salvegera komkujiya gundê Koço, li çiyayê Şengalê merasîmek bîranîna qurbaniyan hat lidarxistin.
Di 14'ê Tebaxa 2007'an bi hevkariya hêzên qaşo parastina Êzidiyan dikirin, bi 4 qemyonên tijî bombeyan, li gundên Siba Şêx Xidir û Til Ezer ji aliyê hêzên terorîst ên ser bi El-Qaîdeyê ve komkujiyek hat kirin. Di vê komkujiyê de nêzî 700 kes hatin qetilkirin. Her wiha ji dehan kesan jî hê agahî nîne. Di 14'ê Tebaxa 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê gundê Koço yê girêdayî Şengalê 12 rojan dorpêç kirin. Lê ti hêz û saziyên mafên mirovan li hemberî vê dorpêçiyê dengê xwe dernexistin û li pêş çavên hemû cîhanê, bi sedan mirovên Êzidî di dema vê dorpêçkirinê de hatin qetilkirin.
Bi vê boneyê Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê merasîmeke bîranînek lidar xist. Di biranînê de Meclîsa Avaker, Meclîsa Jinên Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADE), Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê, Partiya Pêşverû ya Êzidiyan û bi dehan ji welatiyên Êzidî amade bûn. Her wiha pankartên bi zimanên Kurdî û Erebî yên bi ninvîsa "Em şehîdên 14'ê Tebaxê ji bîr nakin" hatin hildan.
HIKÛMETÊN KURDISTANÊ, IRAQÊ Û TEVAHIYA CÎHAN BÊDENG MAN
Li ser navê Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê Xidir Salih axivî û şehîdên komkujiyê bi bîr anî. Salih diyar kir ku ji 2003'an heya niha kê soz da wan, soza xwe pêk neanîn û got: "Kî hate Şengalê desthilatdariya xwe meşand, tenê ji bo xwe kir û zilm li serê civaka me ya Êzidî kir. Kesekî ji bo me ne kir. Herî dawî di teqîna 2007'an de bi sedan mirovên me hatin qetil kirin, ne hikûmeta Herêmê, ne ya navendî ya Bexdayê û ne jî cîhanê dengê xwe dernexist. Li hember vê komkujiyê bê deng man û mîna fîlmekî lê temaşe kirin."
'DIVÊ CIVAKA ME YA ÊZIDÎ KOMKUJÎ Û FERMANAN JI XWE RE BIKE DERS Û TECRÛBE'
Xidir Salih bal kişand ser komkujiya 2014'an li gundê Koço pêk hatî û got: "Tam 12 roj gundê Koço di nava dorpêçê de ma. Her kesî baş dizanî wê ew gel were qetilkirin, lê tevî wê ne Başûr, ne Iraq û ne jî hêzên navneteweyî yên cîhanê nexwest vê bibîne û xwe bêdeng kirin. Li ber çavê hemû cîhanê bi sedan mirovên me yên sivîl û bêguhen hatin qetilkirin. Lê êdî bila gelê me yê êzidî van komkujî û fermana ji bo xwe bikin ders û tecrûbe. Êdî ji vir pê ve hemû tiştên xwe em bikin û em berpirsê biryar û parastina xwe bin."
Salih di dawiyê de destnîşan kir ku serhildan û têkoşîna şervanên azadiyê di bin fermandariya Egîd di 15'ê Tebaxê destpê kir û heya roja îro li her cihê Kurdistanê û Şengalê didome. Xidir Salih got :" Her roja diçe şervanên azadiyê bi hêztir û bi quwetir dibe. Îro jî di bin fikir û felsefeya Rêber APO de Minbic ji çeteyan hate rizgarkirin û roj bi roj serketinên mezin bi dest dixin."
'KEÇ Û XORTÊN ME BI ZANEBÛN DI DESTÊ ÇETEYAN DE HIŞTIN Û BAZ DAN'
Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê Dayê Bihar axivî û şehidên komkujiya teqînê û ya gundê Koço bir bîr anî. Dayikê Bihar got: "Başûr û hemû cîhan qala komkujiya Helepçe dike û wan dibînin. Lê dema mijar dibe Êzidî û Êzidixan cîhan mîna sê meymûnan tevdigere. Îro kesek qetlîamên 14'ê Tebaxa 2007 û 2014'e nabîne û guhdar jî nake."
Dayê Bihar da xuyakirin ku Ereb û Kurdên li derdora gundê Koço hatin rizgar kirin û got: "Lê gelê me, jin û keç û kalên me bi zanebûn hiştin destê çeteyan û bazdan. Ew bi qedera wan re hiştin û hemû hatin qetil kirin. Çawan dibe ereb û kurdên derdora Koço rizgar bikin, lê tenê êzidî nav lepên çeteyan de bimîne."
'ME PETROL NÎNE, LÊ VÎN Û SEKNA GELÊ ME HEYE; EV BESÎ ME YE'
Dayê Bihar axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yên ku dibêjin em ê Êzidiyan bi komkuji û fermana xilas bikin xeyala dibînin. Êzidî koka darê ne, kok nayê hişk kirin. Em ne Êzidiyên berê ne. Me wekî cihên din petrol tine bidin Emerîka, lê îrade û sekna gelê me û keçên me hene. Ev jî besî me ye. Ez serketina Minbicê li gelê Rojava û tevahî mirovahiyê pîroz dikim."
'ÇIYAYÊ ŞENGALÊ Û ÇANDA ME HETA ROJA ÎRO BI XWÎNA ME HATIYE PARASTIN'
Li ser navê Partiya Pêşverû ya Êzidiyan jî Seîd Bedaş axivî û bal kişand ser qetliama nemerdane ya li gundê Koço. Bedaş got, "Kesek ji Koço xilas nebû, yên xilas bûn jî mirin ji bo wan baştire anîn wê rewşê. Bila gelê me yê Êzidî baş zanibe çiyayê Şengalê û çanda me heya roja îro hemû bi xwîna me hatiye parastin."
'EM Ê ÊDÎ BI XWE PARASTINA XWE BIKIN Û PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN'
Berpirsê Navenda Meclîsa Avaker a bajarokê Xanesorê Mamoste Qasîm jî diyar kir ku teqîna 2007'an ji ber ku asayîş û parêzvanê Şengalê ne ji wan bû pêk hat û got:"Van kesan em bi 2 wereqeyan firoşin teroristan. Ev jî ji ber bê parastina me hat serê me. Lê êdî hemû parastin û ewlekariya xwe em ê weke keç û xortê Êzidî bigirin ser milê xwe. Bi vî rengî pêşiya ferman û komkujiyan bigirin."
Di dawiya bîranînê de Îlyas Elî helbestek li ser kesên di teqîna 2007'an jiyana xwe ji dest dan, xwend.