Meclîsa Leşkerî ya Bab hate avakirin
Meclîsa Leşkerî ya Bab, bi daxuyaniyekî avakirina xwe îlan kirin.
Meclîsa Leşkerî ya Bab, bi daxuyaniyekî avakirina xwe îlan kirin.
Meclîsa Leşkerî ya bajarê Babê û gundewarên wê bi daxuyaniyekî çepemeniyê avakirina xwe ragihand. Meclîsê di daxuyaniya îlankirinê de soza rizgarkirina gelê Bab û gundewarên wê ji çeteyan da.
Piştî ku tecrubeya têkoşîna hevpar a hêzên şoreşger li Minbicê di bin sîwaneya Meclîsa leşkerî ya Minbicê de gihişt serkeftinê û bajarê Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, îro 7 hêzên şoreşger ên Babê li gundekî bajarê Bab bi daxuyaniyekî ya çepemeniyê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Bab û gundewarê wê îlan kirin û ragihandin ku ew ê di bin sîwaneya vê meclîsê de pêngava rizgarkirina Bab bidin destpêkirin û gelê herêmê ji DAIŞ’ê rizgar bikin.
Daxuyanî ji aliyê Fermdarê Gîştî yê Meclîsê Cemal Mûsa ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser van xûsûsan:
“Aloziya Sûriyê her diçe kûrtir dibe û girêka wê zêdetir dibe. Li herêmê hovîtî bi awakî çavkorane belav dibin û êdî di wê astê de ye ku di nav girêka şerê herêmî û navnetewî de civak tê hedefgirtin û fetisandin. Lê belê tevî vê jî tevgerên erênî yên netewperwer û rasteqîn ranewestiyane û li ser piyan in.
Bi salan e gelê me yê Bab û gundewarên wê li ser destê çeteyan rastî hemû rengezên zordariyê tê. Herî dawiyê jî çeteyên DAIŞ’ê derket holê û xwest bi rêya kiryarên xwe yên dij exlaq, civak û çanda gelê me binesaziya herêmê ya jiyana hevbeş, pir rengî û biratiya hemû pêkhateyan bi temamî birûxîne.
Li ser vê bingehê em hemû tabûr, tuga û hêzên şoreşger ên welatperwer ku salên dirêj e bi şêwa û rengên cûda li hemû eniyên tekoşînê û li hemû qadên welat li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Baas têkoşiyane, parastina gelê herêmê kirine û di vê oxirê de tecrubeyek dewlemend girtin e, ji berpirsyariya dîrokî û exlaqî ya bermaberî gelê xwe û ji tecrubeya cîranên me li Minbic a ku niha rizgar bûye, dibêjin ku êdî ferz e li me ku gavan ber bi têkoşîna hevbeş ve bavêjin, da ku gelê xwe rizgar bikin û gavek din a ber bi rizgarkirna tevahî Sûriyê bavêjn û welatek hevbeş, azad û demokratîk ava bikin.
Lewra em Meclîsa Leşkerî ya bajarê Bab û Gundewarên Wê îlan dikin. Wê ev meclîs bibe sîwana rast a şoreş û têkoşîna me ya li ser axa Babê. Em ê di bin vê sîwanê de di nav sînorên bajarê xwe Bab û gundewarên wê de têbikoşin û rizgar bikin. Wê ev meclîs bibe sembolek şoreşê û bingehek ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, hevgirtî û azad ji hemû welatiyên wê re.
Meclîsa me wê li hember çeteyên DAIŞ’ê ku dijminê tevahî gelan in, şer bike û ew ê ji hemû welatiyên herêmê re bêyî cûdahî azadî û rizgariyê bîne.
Deriyê tevlêbûna vê meclîsê li pêşiya hemû tabûr, kesayetên welatparêz û demokrat vekiriye, da ku em bibin yek ref li hember çeteyên DAIŞ’ ên terorîst şer bikin û gelê xwe rizgar bikin.
Li ser vî bingehê em bang li hemû gelê me yê Bab û gundewarên wê, bi taybet ciwanan, çi yên koçber, penaber û li hundir welat, dikin ku tevlê refên hêzên me bibin û erka xwe ya netewî û mirovî li bermaberî gelê xwe pêk bînin.
Dîsa em bang li hemû hêzên netewî û demokratîk ên li Sûriyeyê û derveyî wê dikin ku di pêngava rizgarkirina gelê me yê li bajarê Babê û gundewarên wê de piştgirî bidin hêzên me. Her wiha em bang li hêzên Koalîsyona Netewî ya li hember DAIŞ’ê û bi fermandariya Amerîkayê dikin ku di vê têkoşîna rizgarkirina gelê me ji çeteyên DAIŞ’ê de piştgiriya hêzên me bike.”
MECLÎSA LEŞKERÎ YA BAB, GUNDEWARÊN WÊ JI 16 FERMANDARAN PÊK TÊ
Fermadarê Gîştî: Cemal Mûsa
Cîgir: Yûsif Mihemed, Ehmed Ebû Cebel û Sultan Mehmûd
HÊZÊN KU DI NAV MECLÎSÊ DE CIH DIGIRIN WIHA NE
Eniya Şoreşgerê bajarê Babê
Tugaya Şehîdên Qebasîn
Tugaya El-Selacîqa
Tabûrên Şehîdên gundewarên Babê
Tabûrên Ehrar Erîma
Tugaya Şehîd Silo El-Raî
Tugaya Şehîdên El-Kiêba
Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dema îlankirina vê meclîsê de, em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû enerjiya xwe û bi hêza baweriya bi dozê û piştgiriya gelê xwe û hêzên demokratîk ku Koalîsyona Navetewî di nav de ye, bajarê Bab û gundwarên wî rizgar bikin.”