KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîmenê çalakiya ku li Farqînê hate lidarxistin hate weşandin
Gerîlla TV, dîmenê çalakiya ku 26’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên HPG’ê li navçeya Farqîn a Amedê li dijî leşkerên ku ewlehiya bendavê pêk tanîn li dar xistibûn, weşand. -
Li Sêrtê du kes hatin girtin
Endamê Koma Aştiyê Mehmet Adanmiş û Mehmet Sidik Tîmûrtaş yê astengkirî ku beriya bi 14 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Li taxa El Siribê şer giran e
Operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li taxa El Sirib a li bakurê Minbicê, dewam dike. Li vê taxa ku 600 sivîl jê hatin rizgarkirin, şer giran e. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Yarici li Bazidê hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Guler Yarici (Zinarîn Întîkam) ku li Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li welatê wê Bazidê li ber tilîliyên jinan hate veşartin. -
Cenazeyên 10 têkoşerên azadiyê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 10 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Operasyona Minbicê di roja 73'an de ye
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 73'an de ye. -
Li 3 bajaran operasyonên qirkirina siyasî: 20 binçavkirî
Li navçeyên Bismil, Hezro û Pîran ên Amedê, li Agirî û Bedlîsê 20 kes di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê pêngava xwe ya dawî bikin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li dijî terorîstên li taxa El Siribê, em ê pêngava xwe ya dawî bikin. Ev pêngav wê bibe qonaxa dawî ya azadiya Minbicê. -
'Pêwîstiya Êzidiyên li Başûr bi parastinê heye'
Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Şûkrî Milhim da xuyakirin, ku bi sedan çeteyên DAIŞ'ê yên li dora Şengal, Til Efer û Mûsilê berê xwe dane herêmên Başûrê Kurdistanê û got, "Pêwîstiya gelê me yê li Başûr bi parastinê heye." -
'Em ê bibin şopdarên ruhê 15'ê Tebaxê'
Gerîlayên HPG û YJA Starê, salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û gotin, "Em ê şopdarên ruhê fedayî yê 15'ê Tebaxê bin." -
Di dema derbasbûna maşînên zirxî de 2 teqînên dijwar rû dan
Li Wanê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de li dû hev 2 teqînên dijwar rû dan. -
Şervanên YBŞ/YJŞ'ê: Berxwedana Şengalê dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dan xuyakirin, ku 15'ê Tebaxê ji bo wan rojeke pîroz e û ew bi ruhê vê pêngava dîrokî niha li Şengalê têdikoşin. -
Li nava YPG'ê têkoşîn û perwerde di zik hev de ne
YPG têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û komên din ên çete bênavber didomîne. Di heman demê de şervanên xwe yên nû û kevn jî perwerde dike. -
Qeymeqamê Elcewaz û Tetwanê ji peywirê hatin girtin
Qeyemqamê navçeyên Tetwan û Elcewaz ên Bedlîsê di çarçoveya lêpirsîna cemaeta Fehûllah Gulen de ji peywirê hatin girtin. -
Li Licê 2 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlaya YJA-Star Guler Yarici (Zinarî Întikam) û gerîlayê HPG’ê Mervan Erdem (Masîro) ên ku di encama şerê li bejahiya taxa Yolçati ya Licê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbatan ve hate wergirtin. -
Li Robarokê şerekî dijwar
Hat ragihandin ku li Robarok a bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hember yekîneyên artêşa Tirk û şûn de şerê dijwar qewimîn. -
‘Roj, di şexsê Rêbertiya xwe de roja xwedîderketina li rojê û siberojê ye’
Desteya Giştî ya Kongra-Gel: Roj, di şexsê Rêbertiya xwe de roja xwedîderketina li rojê û siberojê ye. Em bang li gelên xwe û tevahî raya giştî ya hestiyar dikin ku têkoşîna azadkirina Rêber Apo bidomînin. -
Ji KNK’ê ji bo malbata Herbijî peyama sersaxiyê
KNK’ê, peymana sersaxiyê ji malbata Herbijî re xwest û diyar kir ku hevriyê wan Herbijî demên dirêj di kar û xetatên KNK’ê û şoreşa Tevgera Azadiyê de xebat meşandiye. -
Herbijî ber bi rêwîtiya dawî ve hate orxirkirin
Endamê berê yê KNK’ê û KONGRA GEL Celal Ozkan (Herbijî) ê ku jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya bi hezaran kesan bi merasîmekî hate veşartin. -
KCK’ê ji bo Herbijî peyama sersaxiyê da
KCK’ê ji bo Celal Ozkan (Herbijî) ê jiyana xwe ji dest dayî peyama sersaxiyê da û got, “Kurdistana ku xewn û xeyalê wî bû wê teqez azad bibe, gelê Kurd wê li ser xeta Rêber Apo bigihêje jiyanek azad û demokratîk.” -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed El-Misrî hat veşartin
Cenazeyê Têkoşerê YPG’ê Ehmed El-Misrî (Feyrûz Cindirêsê) li goristana Şehîd Seydo a Efrînê hat veşartin. -
Li dijî wesayîta zirxî çalakiya sabotajê: 8 leşker hatin kuştin
YPS'ê li ser rêya Gever-Şemzînanê li hemberî wesayîta zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di daxuyaniya YPS'ê de hat ragihandin, di encama vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne. -
Li Pasûrê 3 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn
HPG'ê diyar kir, roja 9'ê Tebaxê li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Amed Pasûrê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. -
Ji bo zarokên Sûrê atolyeya wêneyan
Şaredariya Sûrê ji bo ku bikaribe hinekî şûna şer ji mejiyê zarokên navçeyê rabike û wan vegerîne zarokatiya wan ji bo 4 rojan atolyeke wêneyan ji zarokan re vekir. -
Siyasetmedarên jin û Dayikên Aştiyê: Em ê serî netewînin!
Îşkenceya zayendî ya polîsên Tirk li Dayikên Aştiyê kirin, hat şermezarkirin. Hevseroka KCD'ê, Cîgira Serokê Koma HDP'ê û Hevberdevkên HDK û KJA'yê dan xuyakirin, ku ew li cem dayikan e û ew ê serî netewînin.