Li Sêrtê du kes hatin girtin
Endamê Koma Aştiyê Mehmet Adanmiş û Mehmet Sidik Tîmûrtaş yê astengkirî ku beriya bi 14 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Endamê Koma Aştiyê Mehmet Adanmiş û Mehmet Sidik Tîmûrtaş yê astengkirî ku beriya bi 14 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Mehmet Adanmiş û Ezgîn Adar ku 29’ê Tîrmehê li Sêrtê hatibûn binçavkirin, piştî ku li Midûrîyeta Emniyetê ya Bajêr xebatên wan hatin qedandin, ew derxistin edliyeyê. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê, Adanmiş ku bi hênceta ‘’alîkarî bi rêxistinê re kiriye’’ bi xwestina girtinê sewqî edliyeyê hate kirin û hate girtin. Adar jî bi şertê ‘’kontrola edlî’’ serbest hate berdan. Adanmiş şandin Girtîgeha Dorlêgirtî ya Tîpa E’yê ya Sêrtê.
Adanmiş di nav Koma Aştiyê ya 34 kesî de bû ku 2009’an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qendîl û herêmên Mexmûrê hatibûn.
M. Sidik Tîmûrtaş ku beriya bi 10 rojan hatibû binçavkirin, piştî xebatên li emniyetê qediyan Sewqî edliyeyê hate kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya ‘’endamê rêxistinê’’ ye sewqî edliyeyê hate kirin û piştre hate girtin, ew şandin Girtîgeha Dorlêgirtî ya tîpa E’yê ya Sêrtê. Tîmûrtaş milekî wî nîn bû û her du çavê wî baş nedidîtin.
Li hêla dî jî Rêveberê Navçeyê yê HDP’ê Alî Demîr û gelek kes ev 10 roj in di bin çav de ne.