KCK’ê ji bo Herbijî peyama sersaxiyê da

KCK’ê ji bo Celal Ozkan (Herbijî) ê jiyana xwe ji dest dayî peyama sersaxiyê da û got, “Kurdistana ku xewn û xeyalê wî bû wê teqez azad bibe, gelê Kurd wê li ser xeta Rêber Apo bigihêje jiyanek azad û demokratîk.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku bi xemgînî pê hisiya ne ku welatparêz şoreşgerê bi nirx Celal Ozkan (Herbijî) ê 3 kurê wî di nav refên Tevgera Azadiyê de şehîd ketine jiyana xwe ji dest daye, ji bo malbatê û tevahî gelê Kurd sersaxî xwest. KCK’ê got; “Tevkariya ku bi keda xwe li Têkoşîna Azadiyê kiriye, wê teqez di azadiya gelê me de zindî bimîne.”

KCK’ê di daxuyaniyê de cih da van gotinan;

“Wek xebatkar û kadroyekî bi nirx ê Tevgera Azadiya Kurd piraniya emrê xwe da xizmeta vê têkoşînê. Herbijî ku Rêber Apo nirx dayiyê û bi xwe jî heta hilma xwe ya dawî bi girêdanek mezin a bi Rêber Apo re wek neferekî têkoşînê xebitiye, wê di dîroka têkoşîna gelê me de cihê ku heq kiriye bibîne. Her tim serbilind bû ku 3 kurê wî di vê têkoşînê de şehîd bû, bi vî moralî jî heta dawiyê bê dudilî têkoşiyaye.

Li Pirsûsa Rihayê ku ji cihên destpêkê ya Apoyîtî pêş ketiye, 3 kurê xwe daye vê têkoşînê û nîşan daye ku bê ka welatparêzî çawa dibe. Hevalê Herbijî ji sembolên herî şênber e ku nîşan daye bêyî bedel wê Têkoşîna Azadiyê bi ser nekeve, ji hêla gelê me wek welatparêzekî mînak û bavekî jî wê her tim di dîroka Têkoşîna Azadiyê de bê bîranîn.

Bila ruhê Herbijî şad be! Kurdistana ku xewn û xeyalê wî bû wê teqez azad bibe, gelê Kurd wê li ser xeta Rêber Apo bigihêje jiyanek azad û demokratîk.”