Ji KNK’ê ji bo malbata Herbijî peyama sersaxiyê

KNK’ê, peymana sersaxiyê ji malbata Herbijî re xwest û diyar kir ku hevriyê wan Herbijî demên dirêj di kar û xetatên KNK’ê û şoreşa Tevgera Azadiyê de xebat meşandiye.

KNK’ê bi daxiyaniyekî sersaxî ji malbata Celal Ozkan (Herbijî) re xwest û da zanîn ku hevrêyê wan Herbijî salên pir dirêj di kar û xebatên Tevgera Azadiyê de xebat da meşandin û her wiha weke endamekî aktîf ê KNK’ê li her deverê têkoşîna gelê Kurd meşand.

KNK’ê wiha anî ziman : “Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê KNK’ê Birêz Celal Ozkan – Heval Herbijî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Heval Herbijî li derveyî welat li Almanya bû. Ev demeke dirêje nexweş bû, salekî pêş niha çû Kurdistanê. Li welat, li Kurdistanê, li ser axa jê hezdikir, li ser axa pîroz, çû ser dilaovanîya xwe. Heval Herbijî, ji damezrandinê û heta vegera welat, endamekî aktîf yê KNKê bû û di hemî kar û xebatan da cihê xwe digirt. Pêşîya wê jî, jibo avakirina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê kar kir, weke endamekî damezrêner çû çîyayên Kurdistanê.”

KNK’ê bal kişand ser xebatên hevriyê xwe Herbijî û wiha pê de çû: “Di avakirina Parlamenta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) da jî, cihê xwe girt û bû endamekî damezrêner. Heval Herbijî, ne tenê di nava van xebatan da bû, heman demê da xebatkarekî aktîf yê Hereketa Azadiya Kurdistanê bû. Di hemî qadên xebatê da cihê xwe digirta. Heval Herbijî, tevayî jiyana xwe di xizmeta şoreşê da derbazkir, bedelên giran dan. Bi xebata wî ya bi rûmet, tevayî malbat jî beşdarên karê şoreş û welatparêzîyê bûn. Sê kurên Hevalê Herbijî di nava Gerîlayên Azadiyê da cih girtin û di nava refên Şoreşa Kurdistanê da şehîd ketin.”

Herî dawî KNK’ê diyar kir ku ji ber wefata hevriyê xwe xemgîniya xwe anîn ziman û sersaxî ji malbat, dost, hevrê û tevahî gelê Kurd re xwest.

KNK’ê herî dawî wiha got: “Heval Herbijî, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêkbînin.”