Li nava YPG'ê têkoşîn û perwerde di zik hev de ne

YPG têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û komên din ên çete bênavber didomîne. Di heman demê de şervanên xwe yên nû û kevn jî perwerde dike.

YPG ne tenê ji aliyê leşkerî, di heman demê de ji aliyê ramanî ve jî şervanên xwe perwerde dike. Perwerdeyên ramanî jî herî kêm bi qasî perwerdeya leşkerî bandorê li şervanan dikin û dibin sedem ku şervan di dema pêş de hîn bi xurtî bi berpirsyariyên xwe rabin.

Akademiya Şehîd Lorans jî ji bo şervanên YPG'ê ji wezîfeyên fermandariyê re bên amadekirin, di bin sîwana YPG'ê de hatiye avakirin. Şervanên Ereb ên li vê akademiyê perwerdeyê dibînin, balê dikişînin ser girîngiya vê perwedeyê.

Ahmet Abdulselam Dabûl (Dilşer Cûdî) ê 4 sal in di nava refên YPG'ê de şer dike û cara yekê ye derfet dîtiye tevlî perwerdeyeke bi vî rengî bibe, guherîna ku perwerdeyê di jiyan û ramanê wî de kiriye, vegot.

'ŞER JÎ PERWERDEYEK BÛ'

Şervanê YPG'ê Dilşer Cûdî, ku bi eslê xwe ji Îdlibê ye, lê li Qamişlo mezin bû, da xuyakirin ku jiyana wî ya dema zarokatiyê bûye sedem ku tevlî nava refên YPG'ê bibe. Cûdî da zanîn, di emrê zarokatiyê de bi saya cîranên xwe wî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û bi vî rengî qala vê pêvajoyê û naskirina YPG'ê dike: "Di emrê zarokatiyê de em li taxa xwe bi Kurdan re di nava hev de dijiyan. Têkiliyeke me ya dostane hebû. Cîranekî me yê Kurd ê bi navê Mahfûze hebû. Ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bawer dikir. Ji me re jî qalê dikir. Wî bandoreke mezin li min kir.

Di sala 2004'an dema Serhildana Qamişlo de ez jî bi Kurdan re tevlî serhildanê bûm. Di sala 2012'an dema destpêkirina şoreşê de min bi hevalan re têkilî danî. Hingî ez li Til Merûf dimam û heval hatin. Min deriyê mala xwe li wan vekir û bûm alîkar ku li wir têkiliyê bi gel re deynin. Têkiliya min a wê demê bi YPG'ê re bi tenê di asta alîkariyê de bû. Dema DAIŞ'ê êrîşî Til Merûf kir, min biryar da tevlî nava refên YPG'ê bibim û ji hingî ve di şer de cih digirim. Ya rast, li nava refên YPG'ê dema şer jî ji bo min perwede bû. Di nava vê demê de baweriya min a ji xwe û jiyana bi hev re ya gelan zêdetir bû."

'EZ KOR BÛM, ÇAVÊN MIN JI NÛ VE VEBÛN'

Dilşer Cûdî diyar kir, di nava YPG'ê de mîna ew ji nû ve ji dayik bûye û got, "Ev 3 meh in ez li dewreya perwerdeyê ya Lewend Demhat im. Herçend di nava şer de min gelek tecrûbe bi dest xist jî, bi perwerdeya li vir ve dikarim bêjim, ku ji aliyê ramanî ve çavên min ên kor ji nû ve vebûn.

Perwerdeya me li ser bingeha parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn. Ji bo min cihê coş û kêfxweşiyê ye, ku nêrînên Serok Apo ji nêz ve nas dikim."

Cûdî da xuyakirin, ku wan dersên li ser neteweya demokratîk, dîroka mirovahiyê, dîroka Rojhilata Navîn û gelan dîtine û wê li ser teoriya leşkerî jî dersan bibînin. Cûdî destnîşan kir, ku ev perwerde wê ji wan re bibe alîkar ku di dema pêş de hîn bi xurtî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

'EZ JI HEMÛ JINAN LÊBORÎNÊ DIXWAZIM'

Dilşer Cûdî ragihand, dersên Jineolojî û dîroka jinê, dersên herî zêde bandor li wî kirine û got, "Li nava civakên Rojhilata Navîn bi taybetî li nava civaka me ya Ereb de gelek nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî jinê hene. Jinan hem di dîroka mirovahiyê de hem jî li erdnîgariya me gelek êş kişandin û dikişînin. Berê haya min ji vê tinebû. Bêguman di nava YPG'ê de min hêza jinê dît, lê dîsa jî wekheviya jin û mêr hê bi temamî serdest nebûye."

Cûdî ragihand, ku wî di vê perwerdeyê de hêz û bandora jinê dîtiye û got, "Bi rastî jî berê haya min ji vê tinebû. Lewma nêzîkatiyên min bi xwe jî li hemberî jinê şaş bûn. Ji dil ve, ji jinan lêborînê dixwazim."

Dilşer Cûdî da zanîn, ku bi vê perwerdeyê ve ji bo siberojê gelek projeyên wî hene û got, "Lê belê beriya her tiştî ez ê ji bo biratiya gelan bixebitim."