Li 3 bajaran operasyonên qirkirina siyasî: 20 binçavkirî
Li navçeyên Bismil, Hezro û Pîran ên Amedê, li Agirî û Bedlîsê 20 kes di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li navçeyên Bismil, Hezro û Pîran ên Amedê, li Agirî û Bedlîsê 20 kes di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li navçeyên Bismil, Hezro û Pîran ên Amedê, li Agirî û Bedlîsê 20 kes di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê, polîsan avêtin ser mala endamên Meclîsa Şaredariyê û 10 kes binçav kirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi maşînên zirxî avêtin ser gelek taxên navçeyê û deriyên hin malan şikandin. Di serdegirtinê de Mehmet Albay, Halîm Tûran, M. Mehdî Bîçîmlî, Hamo Ozmen, Mehmet Karadenîz, Mahsûm Soylemez, Şahîn Tîryakî, endamên Meclîsa Şaredariyê M. Hadî Çelîk û Fehîme Ete, her wiha kesekî nasnameya xwe nehat zanîn hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Li navçeya Pîranê jî, hevseroka berê ya DBP'ê ya navçeyê Fîlîz Akgul û hevserê wê Veysel Akgul, tevî rêveberê berê yê DBP'ê yê navçeyê Yaşar Aktert ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina her sê kesan nehat zanîn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.
Polîsên Tirk bi bahaneya "îxbar heye" avêtin ser mala Hevserokê berê yê DBP'ê yê navçeya Hezroyê Ahmet Sirlaç a li taxa Hurriyetê. Di dema serdegirtinê de Sirlaç ne li malê bû û polîsên Tirk piştî lêgerînê ji malê derketin.
AGIRÎ
Polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Mûrat a navenda Agirî. Di serdegirtinan de Bayram Ozden, Semra Ozden û du kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina her çar kesan nehat hînbûn. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
BEDLÎS
Polîsên Tirk ên li ser rêya Tetwan-Adilcewazê kontrola rê dikirin 4 siyaetmedarên kurd girtin. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Necmettîn Arikbaşli, Hevserokê Navçeyê Erkan Koçakli û rêveberên HDP'ê yên Navçeyê Maşallah Kesercî, Abdulkadîr Toro hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Xelatê."