Ji bo zarokên Sûrê atolyeya wêneyan
Şaredariya Sûrê ji bo ku bikaribe hinekî şûna şer ji mejiyê zarokên navçeyê rabike û wan vegerîne zarokatiya wan ji bo 4 rojan atolyeke wêneyan ji zarokan re vekir.

Mamosteyên ku di bin banê gerînedeya çandê ya şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşînin bi reng û şêweyên cuda û bi rêya mamosteyên dilsoz xebatên çand û hunerê ji bo zarokên navçeya Sûrê berdewam dikin.
Ev atolyaya ku wê 4 rojan dewam bike bi tevlêbûna mamosteyên dilsoz û 52 zarokên Sûrê yên ku temenê wan di navbera 7-13 salî de pêk were.
Gerînendeya çandê ya şaredariya Sûrê Saadet Delîktaş, der barê vê xebatên de wiha got: "Şerê li navçeya me qewimî herî zêde bandoreke neyînÎ li jin û zarokan kir. Lewre em dixwazin bi çalakî û xebatên cuda ên çand û hunerî hinekî wê rewşa xirab bi zarokan bidin jibîrkirin an jî bi kêmanî bandora şer ya xirab ji ser derûniya zarokan hinekî kêm bikin."
Delîktaş di dawiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin bi rêya vê xebatê hem bi zarokan re bidin û bistînin û hem jî cîhana xeyalên wan zindî bihêlin û hinekî desteka psîkolojîk jî bidin wan.
Ev atolya bi ked û xebata mamosteyên dilsoz ên navenda çand û hunerê ya Emekê tê lidarxistin, navenda ku di bin banê şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşîne. Di nava çar rojan de wê zarok demeke xweş bi lîstikên cuda û boyaxkirinê derbas bikin."