Dîmenê çalakiya ku li Farqînê hate lidarxistin hate weşandin
Gerîlla TV, dîmenê çalakiya ku 26’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên HPG’ê li navçeya Farqîn a Amedê li dijî leşkerên ku ewlehiya bendavê pêk tanîn li dar xistibûn, weşand.
Gerîlla TV, dîmenê çalakiya ku 26’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên HPG’ê li navçeya Farqîn a Amedê li dijî leşkerên ku ewlehiya bendavê pêk tanîn li dar xistibûn, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyê ev daxuyanî dabû:
“26’ê Tîrmehê saet 08.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku ewlehiya bendeva li navçeya Farqîn a Amedê pêk tanîn, çalakiyek li dar xistin. Li cihekî ku gelek leşker lê kom bibûn, hêzên me li dijî berbazekî li nav wan çalakiya sûîqestê li dar xistin. Piştre jî hêzên me bi çekên ferdî li leşkeran dan û leşkerek kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar kirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada çalakiyê da ber obus, hewan û tankan. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi 5 ambûlans û helîkopterek bi tîpa Skorsky rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku dema operasyona Farqînê de şehîd ketine hate lidarxistin.”