Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed El-Misrî hat veşartin
Cenazeyê Têkoşerê YPG’ê Ehmed El-Misrî (Feyrûz Cindirêsê) li goristana Şehîd Seydo a Efrînê hat veşartin.
Cenazeyê Têkoşerê YPG’ê Ehmed El-Misrî (Feyrûz Cindirêsê) li goristana Şehîd Seydo a Efrînê hat veşartin.
Cenazeyê Têkoşerê YPG’ê Ehmed El-Misrî (Feyrûz Cindirêsê) li goristana Şehîd Seydo a Efrînê hat veşartin.
Bi sedan ji şêniyên Kantona Efrînê û navçeya Cindirêsê cenazeyê têkoşerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Feyrûz Cindirêsê yê ji pêkhateya Ereb, ku di 8’ê Tabaxê de dema erka xwe ya leşkerî pêk danî jiyana xwe ji dest da, spartin axê.
Şêniyên navçeya Cindirêsê li pêşiya navçeyê cenazeyê têkoşer Feyrûz pêşwazî kirin, paşê karwanê şehîd di kolanên sereke yên navenda Cindirêsê re hat derbaskirin û birin goristana Şehîd Seydo.
Li goristanê, merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG’ê/YPJ’ê ve hat pêşkêşkirin. Piştre ji Fermandarên YPG’ê Aldar Efrîn, ji Rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Neso, ji Rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê, Hesen Belkero axivîn.
Qisekeran li ser girîngiya nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş û aştiyane ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tovê wê li herêmê çandiye û fedekariyên ku pêkhateyên herêmên Rojava pêşkêş kirine, axivîn.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku têkoşer Feyrûz bû sembola jiyana hevbeş û ruhê biratiya gelan a li Rojava.
Qiskeran soz dan ku rêya cangoriyên azadiyê heta dawiyê bişopînin û li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin.
Cenaze piştre li ber dirûşme û tilîliyan hat veşartin.