'Pêwîstiya Êzidiyên li Başûr bi parastinê heye'

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Şûkrî Milhim da xuyakirin, ku bi sedan çeteyên DAIŞ'ê yên li dora Şengal, Til Efer û Mûsilê berê xwe dane herêmên Başûrê Kurdistanê û got, "Pêwîstiya gelê me yê li Başûr bi parastinê heye."

Endamê Meclisa Avaker a Şengalê Şûkrî Milhim li ser daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Moon ku dibêje ferman dewam dike, ji ANF re axivî.

Şûkrî Milhim destnîşan kir ku têkildarî fermanê delîl di destê wan de hene û got: "Fermana li gelê me rabû, weke ku her kes dizane qirkirin û qetlîamek li ser civaka Êzidiyan e. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi zanebûn û bi plan ev ferman li civaka Êzidî rabû. Ew hêzên li Şengalê diman û parastina wê dikirin xwe vekişandin. Ev vekişandin ne bi şikestina bi şer bû. Şikestin cuda ye, vekişîn cuda ye. Di vir de me delîlek heye; berpirsyarê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Al-Yawir li ser qenaleke Asmanî ya Erebî axivî û got, vekişandina me ji Şengalê vekişandinek tektîkî bû, yanî beriya vê yekê me lêkolîn li ser kiriye."

Milhim da xuyakirin hemû biryar û xalên ku weke jenojîst tê dîtîn li Şengalê hatine pêk anîn û wiha pê de çû: "Di encama vê jenosîda li civaka me ya Şengalê rabû de, bi hezaran keç û dayikên me ketin destê DAIŞ'ê û li bazaran hatin firotin. Bi hêsanî xortên me û zarokên me kirin gorên komî. Li welatên rojava gelek parlamanter û kesayetan dan xuyakirin, ku ev komkujiya li civaka Êzidî hatiye kirin jenosîd e. Û dan xuyakirin, ku pêkanînên bi jenosîdê tên pênasekirin, li Şengalê hatine kirin. Bi komî qetilkirina mirovan, bi zorê ferzkirina guhertina ol, girtina zarokan ji dayikan û perwerdekirina wan zarokan li gorî zîhniyeta xwe, çend ji xalên jenosîdê ne, ku li Şengalê hatine kirin. Li gorî madeya 13'ê ji zagonê ku li gorî van şert û mercan maf dide ku li gorî zagona navneteweyî Jenosîd were qebûl kirin."

Milhim bang li kesên xêrxwazên Êzidiyan kir û got: "Em ji hemû aliyên ku bi Êzidiyan re piştevanin dixwazin ku daxwaza mafê me bikin ji NY û hemû cihên ku em karibin daxwaza mafê xwe bikin. Li roja salvegera fermana 3`ê Tebaxê civaka Êzidî ev roj şermezar kir û daxwaza mafê xwe kirin ku ev fermana li ser wan hatî wekî Jenosîd bê dîtin."

Milhim ji dadgehên cîhanê û NY daxwaz kir ku kesên destê wan di fermanê de hene werin dadgeh kirin û wiha berdewam kir: "Dîsa li wê rojê Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Moon daxuyanî da û got ya ku li ser gelê Êzidî hatî Jenosîde û ferman hîna  dewam e. Belê ev tişt rast e û hîna li ser me ferman dewam e. Li vir em ji dinyayê û NY dixwazin ew mirovên bûne sedema qetlîama Şengalê hesab jê were xwestin û biçin dadgehê û hesabê wan mirovên ku ketine destê DAIŞ‘ê  bipirsin. Bi zûtirîn dem mirovên ku destê wan li qetlîama Şengalê de heye û yên ferman dane, bên cezakirin."

Di dawiyê de Milhim li ser gotina Ban Kî Moon a dibêje li ser Êzidiyan ferman dewame ev tişt anîn ziman: "Tê wê wateyê ku hina li ser me xeterî heye. Bi sedan DAIŞ li derdora Şengalê û bajarê Til Ehfer û Mûsil berê xwe dane herêmên Kurdistanê û niha li wir dijîn. Dîsa em ji NY daxwaz dikin ku ew miletê me yê li herêma Kurdistanê dijî biparêzin, miletê me li wir jî pêwistiya xwe bi parastinê heye."

...