Endamên Meclîsa Amedê ya Dayikên Aştiyê, roja 7'ê Tebaxê piştî serdanek li Sêrtê, dema vedigeriyan di rê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin sekandin. Polîsên Tirk îşkenceya zayendî û heqaret li dayikan kiribûn. Ev êrîşa hêzên dewleta Tirk hat şermezarkirin.
Der barê mijarê de Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Cîgira Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, rêveberên DBP û HDP'ê yên bajêr beşdarî civînê bûn.
'JINÊN KURD TI CARÎ JI RÊYA XWE VENEGERIYAN'
Hevseroka KCD'ê Guven destnîşan kir, Dayikên Aştiyê rûmeta gelê Kurd e û diyar kir, ew ê serî netewînin.
Guven got, "Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Dûre li Kurdistanê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Dayika Taybet, Ekîn Wan û gelek jinên din hedef hatin girtin û hatin qetilkriin. Yên jinên Kurd hedef digirin, ji bo wan ji rêya wan vegerînin êrîş dikin. Lê belê jinên Kurd ti carî ji rêya xwe, ji têkoşîna xwe venegeriyan. Dayikên Aştiyê ji bo azadiyê li ber xwe didin. Nikarin dengê jinên Kurd bibirin. Em, êrîşa li hemberî Dayikên Aştiyê qebûl nakin û em ê li ber rabin."
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît jî got, "Yên qala demokrasiyê dikin, bila vê bêhiqûqiya li Kurdistanê bibînin. Êrîşên zayendî yên li girtîgehan û li derve li hemberî jinan tên kirin, bi destê dewletê tên kirin. Ne ku ev vê bêhiqûqiyê nabînin. Li gelek deverên Tirkiyeyê pêkanînên li derveyî mirovahiyê hene. Em ê têkoşîna jinê bidomînin. Ev êrîşa li hemberî Dayikên Aştiyê li dijî tevahiya civakê hatiye kirin."
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel da xuyakirin ku gotina dagirkeran a 'di destpêkê de li jinan bixin' bûye polîtîkaya dewletê û destnîşan kir, ku rabûna li ber vê yekê, erka wan hemûyan e. Tûncel got, "Di nava salekê deli Kurdistanê gelk komkujî hatin kirin. Li şûna ku AKP ji vî şerî dersê derxîne, pirsgirêka Kurd didomîne. Divê derhal pirsgirêka Kurd were çareserkirin."
Berdevka KJA'yê Ata diyar kir, dayik bi salan e hewl didin çareseriyê pêk bînin û di nava lêgerîna azadiyê de ne. Ata got, "Ji roja destpêkirina şer û vir ve dayik êşên gelekî giran dikişînin. Bi salan li zarok, hevser û xizmên xwe geriyan. Dayik li dijî şer bi biryardarî li aliyê aştiyê sekinînin."
'EM NATIRSIN!'
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Demîrel da xuyakirin, ku jinan heta niha li ber şîdeta dewletê serî netewandine û wê ji niha û pê ve jî netewînin.
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî diyar kir, ew ji polîs û leşkerên dewletê natirsin û destnîşan kir, ku çi dikin bila bikin ew ê ji rêya xwe venegerin.