Li Pasûrê 3 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn

HPG'ê diyar kir, roja 9'ê Tebaxê li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Amed Pasûrê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

HPG'ê diyar kir, roja 9'ê Tebaxê li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Amed Pasûrê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de ev agahî dan:

"Roja 8'ê Tebaxê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyonê kir. Saet di 18:00 ê roja 9'ê Tebaxê rojê de, hêzên me li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Pasûrê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li vê yekîneyê hat dayîn û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşand û ji ber vê yekê şewat derket. Operasyona li herêmê hê dewam dike.

OPERASYONA LI GELIYÊ MÛNZÛRÊ

Artêşa TC roja 9'ê Tebaxê li Geliyê Mûnzûrê yê Dersîmê derket operasyonê. Di vê operasyonê de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê geriyan; qereqola Tûrnûva tevahiya rojê obus û hawan avêt herêmê ûs aet di 20:30 de jî balafirên şer bombe li Geliyê Mûnzûrê barandin. Saet di 23:30 de artêşa TC leşker li quntarê Bokirê bi cih kir. Di heman şevê de helîkopterên bi tîpa Kobra li gelî dan. Operasyon hê dewam dike.

LI PAYÎZAVAYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ POLÎSAN

Roja 7'ê Tebaxê saet di 16:30 de, tîmeke ji hevalên me ku li derdora navçeya Payîzava ya Wanê bi erka xwe radibû, dema li herêma navbera Wan-Payîzavayê bi polîsan hesiya, li wan da. Di şerê demkurt ê li vir de, polîsê bi navê Omer Farûk Bol bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê mir."