KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Pengava Azadkirina Minbicê çend wêne
Pengava Azadkirina Minbicê ku Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê 1’ê Hezîranê dayî destpêkirin, di roja 71. de berdewam dike. -
'PDK dixwaze tifaqa YNK-Goran xera bike'
Çavdêrê siyasî Falah Salah da xuyakirin, ku PDK ji bo tifaqa navbera YNK û Tevgera Goran xera bike, pêşniyar kiriye ku serokatiya parlamentê bide YNK'ê. -
PDK'ê nehişt heyeta Rojava derbas bibe
Heyeta Rojava ya ji bo Forûma Civakî ya Cîhanê hat vexwendin, hewl dide di ser Başûrê Kurdistanê re biçe Kanadayê. Lê belê PDK pêşî lê digire û nahêle derbas bibe. -
'Ji bo azadiya Rêber Apo, em çalakiyên xwe radîkal bikin'
Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Ocalan, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser navê jiyana azad gelek nirxên mezin afirandiye. -
Li hemberî bîrên petrolê yên li Kerkûkê êrîşa bombeyî hat kirin
Li nahiya Sergeran a Kerkûkê, ji ber teqîna li bîrên petrolê şewateke mezin derket. Şewat hê nehatiye kontrolkirin. -
Gerîlayan îro li Şirnexê lê dan: Herî kêm 8 leşker hatin kuştin, 18 leşker birîndar bûn
Li navçeyên Qilaban û Elkê, hêzên gerîla li hemberî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk herî kêm 8 leşker hatine kuştin, 18 jî birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara mirî û birîndaran gelekî zêde ye. -
Divê 'dozên KCK'ê ji nû ve bên nirxandin
Parêzer Cîhan Aydin diyar kir, 'dozên KCK'ê di encama hevkariya AKP-Cemaetê de derket holê û destnîşan kir, ku dozên bi rengekî nehiqûqî û bi delîlên sexte hatine vekirin, ji nû ve bên nirxandin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dûrû hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Etem Dûrî (Kandîl Gever) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
10. Civata Giştî ya KONGRA GEL pêk hat
10. Civata Giştî ya KONGRA GEL li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 161 delegeyan pêk hat. Remzî Kartal û Hacer Zagros ji bo Hevserokatiya KONGRA GEL, Cemîl Bayik û Besê Hozat jî ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'e hatin hilbijartin. -
Ji Şaredariya AKP'yî re heye, lê ji ya DBP'yî re nîne
Li Wanê, ji ber karesata lehiyê ya îsal rû da, şêniyên navçeyên Miks, Ebex, Qelqelî, Tûşba û Serayê gelekî mexdûr bûn. Lê belê AFAD a ser bi Serokwezaretiyê, alîkariya pereyan bi tenê da Şaredariya Tûşba ya AKP'yî. -
Civaka Êzidî: Heta Ocalan azad nebe, Şengal jî azad nabe
Civaka Êzidî ya li Şengalê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Em îro bi saya nêrînên Rêber Apo dijîn. Heta Ocalan azad nebe, Şengal jî azad nabe." -
'Em ê Minbiceke azad diyarî gel bikin'
"Li vê derê gelên cuda bi hev re jiyan. Çeteyan dijminatî xistin nava gelan. Lê di dema pêş de wê Minbic bibe bajarê biratiya gelan." -
'Ekîn Wan ji bo me rûmeteke mezin e'
Beriya niha bi salekê, Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgimê di şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû teşhîrkirin. Hevrêyên Wan destnîşan kirin, ku Ekîn Wan ji bo tevgera Kurd rûmeteke mezin e. -
Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn: Herî kêm 5 birîndar
Li bejarhiya navçeya Gever a Colemêrgê di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, herî kêm 5 leşker birîndar bûn. -
Dicle: Pirsgirêka herî bi lezgîn a ji bo Nisêbînê bi cih kirine
Di nava heyeta ku Nisêbîn a ku 134 rojan di bin êrîşên çeteyên Qesrê de ma û êrîş li ser hate meşandin Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî cih digirt, Dîcle anî ziman ku pirsgirêkan niha ya herî lezgîn bicih kirine. -
Şervanê Minbicê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê Meclîsa Leşkerî Ciger Ocalan ê ku di operasyona azadkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Rustem Cûdî ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin. -
Li Şemzînanê li hember 34. Boluk a Hidûdê çalakî
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hember 34. Boluk a Hidûdê ya bi ser herêmên baregehên leşkerî , gerîlayên HPG’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. -
Li Licê ji ber topbarana leşkerên Tirk daristan şewitîn
Li bejahiya gundên Sisê, Dêrxust û Qurmikê yên navçeya Licê ya Amedê ji ber êrîşên bi topan, şewatê xwe da der. -
Haydar Ergul hate binçavkirin
Edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul hate binçavkirin. -
Li Efrînê 3, li Girê Spî jî şervanekî azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin verêkirin
3 şervanên YPG û YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ên ku li Şehba û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê , şervanekî ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin. -
Denîz Firat û Huseyîn Denîz li Wanê hatin bibîranîn
Rojnamevanên Kurd Denîz Firat û Huseyîn Denîz di salvgera qetilkirina wan de li Wanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de pêşangeke ji xebatên Denîz Firat û Huseyîn Denîz pêk hatî, hate nîşandan. -
Li Bîrecûkê qeza: 2 kes mirin
Li Bîrecûkê di encama qezaya li pey hev 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Sêrtê operasyon û li hember leşkeran çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li hember leşkerên artêşa TC a ku li herêma Garsa ya girêdayî Sêrtê di saetên sibehê derketibûn operasyonê, şopandin û bi awayekî xûrt lê xistin. -
YPG: Di êrîşa artêşa Tirk de welatiyekî Rojava jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşa 8'ê Tebaxê ya artêşa Tirk de, li nêzî gundê Tilseriyê yê Kobanê welatiyekî Rojavayî jiyana xwe ji dest daye. -
Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin
Li Wan, Mûş û Amedê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.