'PDK dixwaze tifaqa YNK-Goran xera bike'

Çavdêrê siyasî Falah Salah da xuyakirin, ku PDK ji bo tifaqa navbera YNK û Tevgera Goran xera bike, pêşniyar kiriye ku serokatiya parlamentê bide YNK'ê.

Salah diyar kir, sedema krîza siyasî ya li Başûr, parveçbûna herêmê di nava du partiyan de ye û da zanîn, serokatiya Mesûd Barzanî ji aliyê qanûnî ve derbas nabe, lê belê weke Serokê PDK'ê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikare bi partiyan re hevdîtinan bike.

SEROKATIYA BARZANÎ LI DIJÎ QANÛNAN E

Çavdêrê siyasî Falah Salah ragihand, niha li Başûrê Kurdistanê serokekî qanûnî nîne, lê Mesûd Barzanî weke 'serokekî' mirovan wezîfedar dike. Salah got, "Halbûkî li herêmê tiştekî bi navê serokatiyê nîne. Niha, kesekî weke 'nûnerê serok' hatiye wezîfedarkirin, bi partiyan re hevdîtinê dike. Lê belê serokatiya Mesûd Barzanî ji aliyê qanûnî ve qediya ye. Bi ti awayî ne rewa ye. Parlament jî teviziye, naxebite. Lewma, li şûna ku bi navê serokatiyeke nederbasdar mirovan wezîfe bike, Mesûd Barzanî weke serokê PDK'ê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêka bi partiyan re hevdîtinan bike."

PÊWÎSTE BERÊ PARTIYÊN SIYASÎ NE LI DERVE BE, LI HUNDIR BE

Salah rexne kir, ku partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, li şûna ku bi hêzên siyasî yên li Kurdistanê re têkiliyê deynin, giraniyê didins er têkiliya bi hêzên derve re û destnîşan kir, ev yek dibe sedem ku pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê çareser nebin. Salah her wiha hikûmet rexne kir, ku siyaseta mehkûmkirina gel a bi birçîbûnê rewa dike.

Salah wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê pirsgirêk çareser nabin. Lê aliyê nebaş ê vê yekê jî, neçareserkirina pirsgirêkan ji aliyê aborî ve bandoreke neyînî li gel dike. Hikûmet, siyaseta mehkûmkirina gel bi birçîbûnê rewa dike. Berpirsyarê sereke yê vê yekê PDK ye. Ji ber ku hevparê mezin ê hikûmetê ye û beşa herî girîng a rêveberiyê di destê wê de ye. Hêvîdar im wê bi berpirsyariya xwe rabe û gel ji nava van şert û mercên giran û zehmet derxîne."

PDK HEWL DIDE TIFAQA YNK-GORAN XERA BIKE

Salah da zanîn, PDK li şûna serokê parlamentê yê Tevgera Goran ê ji wezîfeyê kir, pêşniyar li YNK'ê kir ku vê wezîfeyê bide partiya wan û destnîşan kir, ku ev pêşniyar hewldanek ji bo têkbirina peymana navbera YNK-Goran e. Salah anî ziman, PDK bi vî rengî dixwaze eniya li hemberî xwe parçe bike û ber bi xwe ve bikişîne.

Salah got, "Ez bi rengekî vekirî bêjim. Bi dîtina min, pêşniyara erka serokatiya parlamentê ji bo YNK'ê, hewldanek ji bo têkbirina peymana navbera Tevgera Goran û YNK'ê ye. Ne tenê ev yek, PDK dixwaze eniya li hemberî xwe ya ji hemû partiyên din jî ji hev bixe. Dixwaze wan qels bike. Dema qels jî kir, wê karibe bi hêsanî ber bi xwe ve bikişîne."

Falah Salah da xuyakirin, ku divê PDK siyaseta xwe ya heyî biterikîne, li şûna dewleta Tirk, divê bi hêzên li Kurdistanê re têkiliyên xwe xurt bike û der barê 'serokatiya herêmê' ku PDK bi israr dest ji bernade got, nepêkan e ku ev wezîfe heta bi hetayê di destê partiyekê, malbatekê yan jî kesekî de bimîne.

Salah herî dawî got, "Ya rast, mafê ti partî, malbat an jî şexsiyetan nîne ku li ser vî welatî serdest be. PDK têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji têkiliyên bi partiyên li Kurdistanê re girîngtir dibîne. Ji ber vê yekê dest ji serokatiyê bernade. Li şûna ku pirsgirêkên heyî yên li Başûrê Kurdistanê werin çareserkirin, pirsgirêk kûrtir dibin."