Ji Şaredariya AKP'yî re heye, lê ji ya DBP'yî re nîne

Li Wanê, ji ber karesata lehiyê ya îsal rû da, şêniyên navçeyên Miks, Ebex, Qelqelî, Tûşba û Serayê gelekî mexdûr bûn. Lê belê AFAD a ser bi Serokwezaretiyê, alîkariya pereyan bi tenê da Şaredariya Tûşba ya AKP'yî.

Yek ji bajarên ku îsal karesateke mezin a lehiyê lê rû da, Wan e. Gelek welatî ji ber lehiyê mexdûr bûn, bi hezaran donim erdê çandiniyê di nava avê de man. Ji ber lehiyê her wiha bi hezaran heywan telef bûn.

Îsal li navçeyên Miks, Ebex, Qelqelî, Tûşba û Serayê lehî rabû. Saziya AFAD'ê ya ser bi Serokwezaretiyê, ku karê wê çareserkirina mexdûriyetên bi vî rengî ye, piştî tespîta xisarê ket nava tevgerê. Lê belê AFAD'ê di nava van navçeyan de alîkarî bi tenê bi Şaredariya Tûşba ya AKP'yî re kir. AFAD'ê 4.5 mîlyar lîre pere da Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî. Lê belê ti alîkarî neda gelên li Miks, Qelqelî, Seray û Ebexê.

PEREYÊ HATIYE ŞANDIN, NE JI BO ÇARESERKIRINA MEXDÛRIYETAN, JI BO ÇÊKIRINA RÊ HAT BIKARANÎN

Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Îsmet Tan der barê mijarê de agahî da û diyar kir, AFAD'ê çavkaniyek ji 10 mîlyar TL'yî ji Şaredariya Tûşbayê re veqetandiye û 4.5 mîlyar TL ji vê çavkaniyê, radestî şaredariyê kiriye. Tan got, "2 mîlyar ji vî pereyê hatiye jî ji bo çêkirina rê hat xerckirin. Ev pere ji aliye AFAD'ê ve ji bo pêşîgirtian li lehiyê û çareserkirina mexdûriyetan hatibû şandin. Lê ji welatiyên me yên mexdûr bûne re nehatiye dayîn. Me ev mijar gelek caran xistin rojeva meclîsê, lê ti encam jê derneket."

ATABAY: BERSIVÊ NADIN SERLÊDANÊN ME

Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay da xuyakirin, ku wan gelek caran serî li AFAD'ê dane, lê bersiv jî ji wan re nayê dayîn û got, "Me par jî, îsal jî serlêdan kirin. Dîsa jî bersiv ji me re nehat dayîn. Li pêşberî vê yekê em êdî matmayî namînin, ji ber ku ev helwesteke siyasî ye. Di dema karesata lehiyê de beriya saziya rêyên bejahî, em dest li rewşê werdidin, lê belê ev nayê dîtin. Yên ku di gotinê de îdîa dikin ku ew di xizmetê de cihêkariyê nakin, polîtîkayên wan ên cihêkar li pêş çavan e. Pêwîste bi ti awayî cihêkarî di mijara çareserkirina mexdûriyeta welatiyan de neyê kirin. Ji ber ku bi hezaran mirovên me mexdûr bûne."