'Ekîn Wan ji bo me rûmeteke mezin e'

Beriya niha bi salekê, Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgimê di şer de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû teşhîrkirin. Hevrêyên Wan destnîşan kirin, ku Ekîn Wan ji bo tevgera Kurd rûmeteke mezin e.

Par di 10'ê Tebaxê de, li bejahiya bejahiya navçeya Gimgim a Wanê, di şerê li hemberî hêzên dewleta Tirk de gerîlaya YJA Starê Ekîn wan (Kader Kevser Elturk) jiyana xwe ji dest da bû, îşkence li cenazeyê wê hatibû kirin û cenazeyê wê di medya civakî de hatibû teşhîrkirin. Li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê, jinan e hovîtî şermerzar kiribûn û bi dirûşma "Bedena tazî ya Ekîn Wan rûmeta me ye" xwedî lê derketibûn.

Di salvegera şehadeta wê de gerîla Ekîn Wan li gelek deveran tê bîranîn. Hevrêyên wê ji ANF'ê re qala Ekîn Wan kirin.

TÊKOŞÎNA XWE YA KESAYETIYA ŞOREŞGER BÊNAVBER DEWAM KIR

Armanc Sarya, ku li Behdînanê bi Ekîn Wan re ma bû, da xuyakirin ku kesayetiya Ekîn Wan gerîlayeke jin a divê mînak bê girtibû. Sarya da zanîn, Ekîn Wan di emrekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû, di demeke kurt de xwe bi pêş ve bir û têkoşîna xwe ya kesayetiya şoreşgerî bênavber meşand. Sarya got, "Ekîn qalibên sîstemê lê ferz dikir red kir û ji xwe re mîsyoneke nû destnîşan kir. Hewl da jiyana xwe bi rengekî cuda watedar bike. Ev yek ji bo jinan gelekî girîng e."

Sarya diyar kir, çar-pênc salên zehmet ên pratîka li Zagrosê, Ekîn Wan ji aliyê gerîlatiyê ve gelekî bi pêş ve bir û Ekîn Wan bi gotina 'Ne lawaz bû, ew jineke Serhedê ya çiyayî ya ji xwe bawer, karker û çalakger bû' pênase kir. Sarya destnîşan kir, ku Ekîn di nava hevalên xwe yên têkoşînê de gelekî dihat hezkirin û aliyê xwe yê paqij ê xwezayî parastibû.

SEKNA WÊ YA LI HEMBERÎ ZÎHNIYETA SERDEST, ZELAL BÛ

Sarya ragihand, Ekîn bi ti awayî bi tehemûl nêzî zîhniyeta serdest a mêr nebû û wiha dewam kir: "Têkoşîna zayendî ji bo Ekîn ti carî nebû karekî duyemîn. Sekna wê ya li hemberî zîhniyeta serdest, ku ked û aqlê jinê biçûk dibîne, zelal bû. Her kesê wê nas dike bi vê zane."

Sarya anî ziman, Ekîn gelekî dixwest li çiyayên Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike û got, "Piştî ku demeke kurt li Avaşînê ma, Ekîn ev xeyala xwe pêk anî. Hêrsa wê ya li hemberî dijmin mezin bû. Ti carî ji şer û mirinê neditirsiya."

Sarya da zanîn, naskirin û mayîna bi Ekîn re ji bo wê şenseke hêja ye û got, "Hevala Ekîn bi rengekî kedkarî tevlî jiyanê dibû. Hesabê xwe ti nebû. Di nava jiyanê de her tim karker, zindî û bi moral bû. Li her deverê cihê wê diyar bû" Sarya bal kişand ser dilsozî û durustiya Ekîn Wan û got, "Hundirê Ekîn çi bû, derveyî wê jî ew bû. Cîhan tev bi ser wê de biça, ew ji rastiya xwe venedigeriya. Di vî warî de, bi çi qanih bibûya ew dikir. Pîvanên wê yên red û qebûlkirinê, zelal bûn."

JIN WÊ HESABÊ VÊ HOVÎTIYÊ BIPIRSIN

Sarya diyar kir, Ekîn Wan di nava refên têkoşînê de heft salên gelekî dagirtî jiya û got, "Ji aliyê leşkerî, pratîkî, gerîlatiyê ve xwe gelekî bi pêş ve biribû. Tecrûbeyeke xwe hebû. Bi xurtî bi hevalên şehîd re dilsoz bû û ti carî ew ji bîr nedikir. Bi israr bû ku têkoşîna wan bidomîne, lewma gelekî dixwest biçe Bakurê Kurdistanê."

Sarya şehadeta Ekîn Wan nirand; "Êrîşên dijmi par dîsa destpê kirin. Sekna Şehîd Ekîn, bersiva gerîla ya 'hûn nikarin me tine bikin' a li hemberî dijmin bû. Ji bo bîranîna Şehîd Ekîn, xwedîderketina li berxwedanê di heman demê de bersiva li pêvajoyê ye."

Sarya bibîr xist, ku piştî şehadeta Ekîn Wan, tevî gelê Kurd bi mîlyonan jin xwedî lê derketin û got, "Jin wê ji sedî sed hesabê bê exlaqî û hovîtiya li derveyî mirovahiyê ya dijmin li Şehîd Ekîn kir, bipirsin."

EM Ê BI PÊKANÎNA AZADIYA RÊBERTÎ RE XEYALÊN WÊ BI CIH BÎNIN

Avesta Gever da xuyakirin ku wê di sala 2011'an de li Cîlo Ekîn Wan nas kiriye, di zivistanekê de bi hev re man e û anî ziman, sekna wê, serbilindî û hevrêtiya wê gelekî bandor lê kiriye. Gever diyar kir, gotin têra vegotina Ekîn Wan nake û got, "Ji dil bûna wê, pakbûn û durustiya wê gelekî bala min kişandibû. Hevaleke karker, jîr û gelekî xurt bû. Mirov li cem wê xwe xurt didît. Gelekî dilsozê rêxistinê bû."

Gever destnîşan kir, ku ji ber eşqa Ekîn Wan a ji bo çiyê û gerîla, di şer û jiyanê de ti astengî û zehmetî nas nedikir û da zanîn, wan hemûyan digotin xwezî ew jî mîna wê bûna. Gever ragihand, Ekîn Wan timî dixwest li dijî dijmin şer bike û li Botanê bibe gerîla û got, "Bêguman xeyala wê ya herî mezin dîtina Rêbertî bû. Digot, 'Bila rojek bê û di wê rojê de ez jî mîna Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) bibim rêwiya rêya azadiyê ya Rêbertî'."

Gever diyar kir, ew ê têkoşîna Ekîn Wan xurt bikin, xeyalên wê bi cih bînin û got, "Şehîd Ekîn ji bo me hemûyan rûmeteke mezin e. Em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û tola wê hilînin. Em ê xeyalên wê bi azadiya Rêbertî pêk bîn. Soza herî mezin a me daye Şehîd Ekîn ev e."