Civaka Êzidî: Heta Ocalan azad nebe, Şengal jî azad nabe

Civaka Êzidî ya li Şengalê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Em îro bi saya nêrînên Rêber Apo dijîn. Heta Ocalan azad nebe, Şengal jî azad nabe."

Civaka Êzidî ya li Şengalê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Em îro bi saya nêrînên Rêber Apo dijîn. Heta Ocalan azad nebe, Şengal jî azad nabe."

Endamên Meclîsa Avaker a Şengalê ji ANF'e re axivîn û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kirin.

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm tecrîd bi tundî şermezar kir û got, "Ev demeke dirêj e hevdîtin li gel serokê me çênabe. Bi taybetî piştî derbeya 15'ê Tîrmehê tirs û fikarên me  zêde bûne. Rêber APO ne serokê partiyekê ye. Bila kesek wisa ne fikir e. Ew serokê mirovahiyê ye."

'JI BO ME ÊZIDIYAN, OCALAN SEROKÊ CÎHANÊ Û SEROKÊ MIROVAHIYÊ YE'

Brahîm anî ziman, wan di roja fermanê de bi tenê bi nêrînên Ocalan mirovahî dîtine û wiha pê de çû: "Di dema fermanê de me kesek gel xwe ne dît û kes bi hawara me ve nehat. Bi tenê  Rêber APO ji Îmraliyê xwe gihand hawara me û şervanên azadiyê hatin. Ji bo wê em Êzidî dibêjin ew serokê cîhanê û serokê mirovahiyê ye."

Brahîm destnîşan kir, ku bi tenê yek kes li Tirkiyeyê dikare pirsgirêkan çareser bike, ew jî Ocalan e û got, "Em weke Meclîsa Avaker a Şengalê Tirkiyê şermezar dikin. Ew kesên bûne sedemê girtina serokê me û destê wan nav de hene wan hemûyan şermezar dikin. Çawa dibe fikrekî mirovahiyê, azadî, wekhevî û biratiyê di zîndanê de tê ragirtin. Heta serokê me di zîndanê be wê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser nebin."

'SEROKÊ ME NE ŞEXSEK E, EW ÊDÎ FIKRÊ BI MÎLYONAN E'

Brahîm di dawiyê de bang li mirovahiyê û cîhanê kir, û axaftina xwe wiha qedand: "Bang li hemû cîhanê, dewletan, mirovan dikim ku rabin ser piyan û heta hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin, kes li mala xwe rûnenê. Em li bendê ne ku demek ji ya din zûtir, hevdîtin bi Serokê me re bê çêkirin. Serokê me ne şexsek e, ew êdî fikrê azad ê bi mîlyonan şagirt û şopdarên xwe ye."

'FIKRÊ SEROKÊ ME MÎNA ROJEKÊ GEŞ E'

Endama Meclîsa Avaker a Şengalê Dayê Bihar diyar kir, ku ew demeke dirêj e agahî ji serokê xwe nagirin û got: "Îro fikirê Serokê me wekî şaxekî zêrîn û rojekê geş e. Bi taybetî, jinên  navê wan nebû, hebûna wan ne dihat qebûl kirin, bi vî fikirê pak û paqij li cîhanê deng vedan. Gelo çawa pêkane ku îro cîhan serokê mirovahiyê û nêrîna azad dikare li zîndanê rabigire?"

Dayê Bihar da xuyakirin, ku ku çi dewletên li Rojhilata Navîn, çi jî  dewletên Ewropayê yên destê wan di girtina Ocalan de hene, ew hemûyan şermezar dikin û wiha pê de çû: "Bi wî fikir û ramanê xwe yê mirovahiyê di hundirê zîndanê de talîmat  da şervanên azadiyê û got, biçin Şengalê biparêzin. Îro jin, zarok, zilam, kal û kesên Êzidî yên ji fermanê xilas bûne bi saya fikir û felsefeya serokê me xilas bûne û tên parastin. Di cîhanê de bi tenê ji bo Serok APO mirovan agir berdane bedena xwe."

'AZADIYA SEROK APO AZADIYA ÇIYAYÊ ŞENGALÊ YE'

Dayê Bihar bang li hemû jinên Kurdistanê û cihanê kir ku hemû rabin ser piyan û got: "Îro, saeteke xîretê li beramberî 40 salên îbadetê ne. Tenê ez îro îbadet bikim û xiret nebe nabe. Jinên cîhanê rabin ser lingan bin, ne rawestin. Azadiya Serok APO azadiya çiyayê Şengalê ye, kengî serok azad bû, wê demê wê çiyayê Şengalê jî azad e. Serokatî azad nebe, Şengal jî azad nabe. Heya em sax bin em ê bêjin 'Bê serok jiyan nabe'."

Dayê Bihar da zanîn, ku îro nêrînên Ocalan li hemberî hemû zilm û zordariyê şer dike û wiha dewam kir: "Ez bang li hemû cîhanê û rêxistinên mafê mirovan dikim; em êdî qebûl nakin ku serokê me, fikirê mirovahiyê di zîndanê de be. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Azadiya Serokê me azadiya hemû cîhanê ye. Ez wan kesên li dijî fikrê mirovahiyê ne, şermezar dikim."

'ÊDÎ BES E; SEROKÊ ME BERDIN, BERDIN BERDIN'

Endama Meclîsa Avaker a Şengalê Dayê Şîrin jî di destpêka axaftina xwe de kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin zîndanê şermezar kir û got, "Ji ber ku fikirê Serok Apo azadîxwaz e, bindestiyê qebûl nake, li gel mirovê aştîxwaz e, avêtin zîndanê. Yên piştgiriya terorîst û çeteyan dikin, serokê me girtin. Ji ber berjewendiyênxwe yên şexsî, serok avêtin zîndanê. Ji fikir û ramanê wî ditirsin. Tevî ku di zîndanê de ye jî, li wir li me difikirî û ji PKK’ê re digot biçin Şengalê, Şengal di xeteriyê de ye."

Dayê Şirîn ji dewletên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan xwest, ji bo bikevin nava tevgerê û axatinên xwe wiha bi dawî kir: "Ev salek û nîv e agahiya me bi ti awayî ji Serokê me tine ye. Ji bo wê îro roj ew roj e ku em li hemû cîhanê ji bo serokê û fikirê azad rabin ser piyan û daxwaza mafê serok bikin. Hêviya min ji Tawisê Melek e di demekê kurt de were berdan û rewşa serokê me baş bibe. Ev fikir ji bo me kêfxweşî û şanazî ye. Êdî bes e; serokê me berdin, berdin berdin."