Divê 'dozên KCK'ê ji nû ve bên nirxandin
Parêzer Cîhan Aydin diyar kir, 'dozên KCK'ê di encama hevkariya AKP-Cemaetê de derket holê û destnîşan kir, ku dozên bi rengekî nehiqûqî û bi delîlên sexte hatine vekirin, ji nû ve bên nirxandin.
Parêzer Cîhan Aydin diyar kir, 'dozên KCK'ê di encama hevkariya AKP-Cemaetê de derket holê û destnîşan kir, ku dozên bi rengekî nehiqûqî û bi delîlên sexte hatine vekirin, ji nû ve bên nirxandin.
Parêzer Cîhan Aydin diyar kir, 'dozên KCK'ê di encama hevkariya AKP-Cemaetê de derket holê û destnîşan kir, ku dozên bi rengekî nehiqûqî û bi delîlên sexte hatine vekirin, ji nû ve bên nirxandin.
Ji parêzerên 'dozên KCK'ê Cîhan Aydin li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Aydin bibîr xist, ku asta lêpirsînê ya van operasyonan di Sibata 2007'an de bi guhdarîkirina li telefona muwekîlekî wan destpê kiriye.
Aydin da zanîn, di 14'ê Sibata 2009'an de bi girtina 53 muwekîlên wan re, ev lêpirsîn êdî şênber bûye û got, "Piştre bi bi hezaran îdîayên li hev çêkirî û delîlên li derveyî hiqûqê, ew girtin û şandin girtîgehê. Li hin ji wan ceza hat birîn, hin jî hê tên darizandin."
Parêzer Cîhan Aydin da xuyakirin, ku bi qasî agahiyên ji çapemeniyê hîn bûne, piraniya rayedarên li emniyetê û dadgeriyê yên 'dozên KCK'ê bi rê ve birine hatine girtin, yan jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin û wiha dewam kir: "Lewma divê ev lêpirsîn hemû ji nû ve werin nirxandin. Ev doz, darizandineke adîl û xwedî bingeheke hiqûqî nînin. Ji ber ku di wê demê de, ev komên li dora cemaetê li hev civiya bûn, ji bo armanca xwe bi ser bixînin, li hemberî bi hezaran kesên weke gefekê li hemberî xwe didîtin, bi delîlên ne hiqûqî girtin."
Aydin ragihand, dozên Ergenekon, Balyoz û KCK'ê bi heman zîhniyetê hatin vekirin û got, "Di dozên Balyoz û Ergenekonê de, endamên cemaetê yên li nava leşkeriyê, kesên li nava artêşê yên weke hevrikê xwe didîtin bê bandor kirin. Li aliyê din ê Firatê jî, yanî li vî alî jî heman rewş li hemberî siyaseta Kurd hat meşandin. Bi dehan pevşaredar, parêzer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, her wiha her kesên silav dane siyaseta Kurd bi delîlên sexte ketin ber lêpirsînê û doz li wan hatin vekirin. Ji ber van dozan, gelek muwekîlên me yên demeke dirêj li girtîgehê hatin ragirtin, jiyana xwe ji dest dan. Lewma mirov dikarin bêjin, ku li aliyê me, travmayeke cidî rû daye."
Parêzer Cîhan Aydin diyar kir, ji bo 'dozên KCK'ê' mîna dozên Ergenekon û Balyozê bên girtin, ew di nava hewldanan de ne û got, "Bi taybetî, dema mirov rewşa piştî 15'ê Tîrmehê derket holê binirxînin, wê bê dîtin ku ti sparteyeke hiqûqî ya van dozan nîne. Em bawer in, hemû hiqûqnasên bê alî bi vî rengî difikirin. Lewma, ji bo ev doz ji nû ve bên nirxandin, em ê vê daxwaza xwe ji dadgehan re ragihînin û ji bo çareserkirina mexdûriyeta muwekîlên me, em ê delîlên pêwîst pêşkêş bikin û li benda bersiv dadgehan bimînin."